• Wednesday, 08 May 2024
logo

Dengbêjê 9 salî dixwaze bibe şûngirê Şakiro

Dengbêjê 9 salî dixwaze bibe şûngirê Şakiro
Dengbêjê herî biçûk ê Kurdistanê Elî Osman dixwaze bibê şûngirê Dengbêj Şakiro.

Devera Serhedê li Bakurê Kurdistanê bi sir û seqem û berfa zêde navdar e, bi xwedîkirina pez û zozanên xwe yên mezin û bi dengbêjên xwe navdar e. Hema bêje li her malekê dengbêjek heye. Ew huner ji nifşekî derbasî yê din dibe û nemir e.

Gelek kes di temenekî biçûk de ji mezinên xwe dibihîsin û dest bi dengbêjiyê dikin. Yek ji wan jî Elî Osman e.

Elî Osman niha tenê 9 salî ye, lê gotinên gelek kilaman ji ber kirine.

Elî Osman ji Rûdawê re diyar kir ku di nav malbata wî de gelek dengbêj hene û ew herî zêde ji xalê Kemalê Agirî fêrî strana bûye û got, armanca wî ew e ku bibe dengbêjekî weke Şakiro.

Rudaw
Top