• Tuesday, 07 May 2024
logo

Hulya Avşar got ez 'sapyoseksuel im' herî zêde Amediyan meraq kirin

Hulya Avşar got ez 'sapyoseksuel im' herî zêde Amediyan meraq kirin
Hunermenda Kurd a navdar Hulya Avşar di derbarê jiyana xwe ya taybet de got “Ez hînî azadiyê bûm, ji xwe ez sapyoseksuel im. Jîrayî ji bo min hêzeke herî mezin e.” Li ser vê yekê gelek kes li ser Googleê li ser peyva “Sapyoseksuel” lêkolîn kirin.

Hulya Avşar a ku piştî demek dirêj di rêzefilmeke de rol wergit, li nexweşxanyekê serdana hevaleke xwe kir. Piştî serdanê, di derbarê jiyana xwe taybet de, bersiva pirsên rojnamevanan da û got “An hûn ê tenê jiyanek tewşomewo bijîn ji ber ku hûn pêwîstiyê hîs dikin, an jî hûn ê bisekinin heta ku kesek rast û pak derdikeve pêşiya we. Ya din jî, ez gelek hîn bûm, azadî tişteke pir xweş e.”

Avşar di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje “Pere, Seks... Bi ya min di cîhanê de azadî bextewariya herî mezin e. Piştî vê yekê were bizewice... vê ji bîr bikin. Eger kesek li gorî hişê min derkeve pêşiya min, em dikarin flort bikin, jiyanê bijîn. Min keça xwe mezin kir, her kes li gorî xwe jiyana xwe heye. Jin bihêz be tiştek xweş e lê divê zilam jî bihêz be. Jixwe ez sapyoseksuel im. Bêguman jîrîtî. . Jîrayî ji bo min hêzeke herî mezin e. Kesek ku ev tev pê re hebin, dema we dît agahiya min pê bixin. Bê guman ên wisa rastî min hatin. Mînak jîrîtîya Kaya, gele ecêb e.”

Piştî vê axaftina Hulya Avşar, îro Şemiyê 13ê Adara 2021an li Tirkiyê peyva Sapyoseksuel li ser Googleê bû peyva herî zêde ku lêgerîn li ser hate kirin.

Gelek kes li ser Googleê "Sapyoseksuel çi ye?" lêgerîn kir. Li gorî malpera Google Trendsê herî zêde ji Amed û Wanê wateya vê pevê pirsîne.

Sapyoseksuel çi ye?

Sapyoseksuel peveke ku di demên dawî de ketiye jiyanê. Piştî ku Hulya Avşar got “Ez sapyoseksuel im” ev peyv dîsa ket rojevê.

Peyva Sapyoseksuel ji pêyvên Latînî ya "sapien" wateya xwe zîrek û jîr e û “Sexualis” pêk tên. Kesên sapyoseksuel ji xeynî bedewitiyê, ew li gorî pîvanên mêjî û zîrekiyê ji bo hezkirinê kesek decibînin. Ji bo kesên sapyoseksuel asta çandî, bingeha perwerdehî û pêkenok pîvanên pir girîng in.

Rudaw
Top