• Tuesday, 07 May 2024
logo

Şerîfo: Kesê nêzîkî ala min bibe ew dijminê min e

Şerîfo: Kesê nêzîkî ala min bibe ew dijminê min e
Rapbêjê Kurd Şerîfo Omerî bi navê “Kî Ne Hûn Kî Ne?” vîdeoklîpek belav kir û tê de Ala Kurdistan radike û Kurdistanê dide nasandin û dibêje “Kesê nêzîkî ala min bibe ew dijminê min e.”

Rapbêjê Kurd Şerîfo Omerî, her cara ku klîpeke nû derdixîne, balê dikişîne ser û vê carê jî derbarê hezkirina xwe ya Kurdistan û ala wê de vîdoklîbek çêkiriye.

Şerîfo Omerî beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî vîdeoklîba xwe de got: “Spasiya we dikim ku we ez kirim mêvanê xwe, ciwanên Rojavayê Kurdistanê han didim, şoreş li kû hebe ez piştevaiya wê dikim, min got ez dilê jinê jî nehêlim ku em pê re bisekinim û piştgiriya wê bikim, min xwîşk û birayên Êzidî jî bibîr anîne û tim Rojava û Qamişlo di bîra min de bûn.”

Şerîfo dibêje: “Xelkê giştî fêm kiriye ku hema derketina derve divê tim bi grafêtê bibe, ew jî ji ber ku kes bi tana pêceme dernakeve anku li xwe danayne ku li xwe bike û pê derkeve dereve, lê yê me em dikin û heye ku di dema bê de em tana şortan jî derkevin.”

Rapbêjê Kurd da zanîn ku wî çar salan li Helebê Beşê Civaknasiyê xwendiye û ji piçûkaniya xwe de guh dida rapê û got: “Guh bidin gotinên min, hûn dê li ber bikevin ka ez çi tînim ziman.”

Şerîfo weke hezkirina xwe li hemberê Kurdistanê, di vîdeoklîba xwe de Ala Kurdistanê radike û dibêje: “Kesê nêzîkî ala min bibe ew dijiminê min e.”

Rudaw
Top