• Tuesday, 07 May 2024
logo

Weşanxaneya Nûbiharê 30 sal e weşangeriya Kurdî dike

Weşanxaneya Nûbiharê 30 sal e weşangeriya Kurdî dike
Weşanxaneya Nûbihara ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xizmeteke girîng di weşangeriya Kurdî de dike 30 saliya xwe pîroz dike. Rêveberê Giştî Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk dibêje ew bi fedakarî û sebir ji bo weşangerî Kurdî xizmetê dikin û wê yekê wek erk li ser xwe dibînin.

Nûbihar, hem kovar e, hem jî weşanxane ye. Weşanxaneya Nûbiharê di Adara 1992yan de ava bûye. Di Cotmeha 1992yan de jî kovara Nûbiharê dest bi weşana xwe kiriye. Ji sala 2014an vir de jî kovara bihekem Nûbihar Akademiyê derdixin.

Ew kitêbên xwe hem bi navê Nûbiharê, hem jî ji sala 2003yan vir ve bi navê Kent Işikları diweşînin. Di cûrbecûr kategoriyan de, di bin navê van herdu weşanxaneyan de, wan heta niha ji 360î zêdetir kitêb weşandine.

Kategoriyên ku ew bi wan kitêb weşandine ev in: Dîrok û lêkolîn, klasîk, ferheng û xebatên zimanî, olî, Kurdolojî, jînenîgarî û portre, edebiyat/roman- çîrok-helbest, xebatên edebî, çand û folklor, zarok û edebiyata zarokan.

Hinek taybetmendiyên weşangeriya Nûbiharê hene. Yek ji wan a herî balkêş ew bi herfên Erebî jî kitêbên Kurdî diweşînin.

Suleyman Çevîk da zanîn ku wan kovara Nûbiharê ji destpêkê ve heta îro xwerû bi Kurdî derxistiye.

Ji sala 1992yan hetanî sala 2000î heşt salan mehane, bi temamî 86 jimar derketiye. Paşê du salan navber daye weşana xwe. Di sala 2002yan de careke din, bi jimara 87an, weke kovareke sê mehî dest bi weşana xwe kiriye. Herî dawîn jî me jimara 154î derxistiye.

Di van jimarên Nûbiharê de li ser mijarên cûrbecûr gelek nivîs derketine. Helbesta klasîk û helbesta modern, çîrokên bav û kalan û hîkayeyên modern, tehlîlên edebî, ceribandin, hevpeyvîn, nivîsên rojane û siyasî, wergerên ji cûrbecûr zimanên dunyayê, meala Qur’anê, wergerên hedîsan û gelek mijarên din dem bi dem di Nûbiharê de cih girtine.

Çevîk diyarkir ku “Di van salên derbasbûyî de kovara Nûbihar ne tenê ji bo xwendevanên xwe, ji bo avakar û xebatkarên xwe jî bûye mektebeke Kurdî. Gelek kesên xwendin û nivîsandina Kurdî ji Nûbiharê hîn bûne, paşê bûne nivîskarê kovarê. Gelekan ji wan kitêb jî nivîsandine.”

Kovara Nûbiharê bi dîroka 2020an 28 salên xwe qedandine. Wekî cild jî 23 cildên xwe temam kirine. Ev cild bi temamî Kurdî ne. Her cildek teqrîben nêzîkî 400 rûpelî ye. Ev jî bi hezaran rûpelên Kurdî dikin.

Ji sala 2014an virde jî em kovara bihekem Nûbihar Akademiyê derdixin.

Nûbihar Akademî kovareke bihekem, akademîk û navneteweyî ye ku gotarên kêrhatî yên li ser Kurdolojiyê diweşîne. Bi rêbazeke akademîk cih dide her cure nivîsên zanistî, yên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. Gotarên ku ji bo weşandinê tên şandin, ji hêla hekemên pispor ve ku navên wan tên veşartin, bi sîstema “hekemtiya kor” tête nirxandin. Kovara Nûbihar Akademî di demsalên bihar û payîzê de, salê du caran tê weşandin. Zimanê weşanê Kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û Îngilîzî ye.

Basnews
Top