Kovargeriya Kurdî bi derketina kovarên nû geş dibe
Dema di sala 1932an de yekem hejmara Hawarê derket, helbet kesî hêvî nedikir ku dê îro bigihîje gencîneyeke dêwendam. Ji wê demê heta niha li herçar perçeyê Kurdistanê û gelek welatên din bi sedan kovar çap bûne. Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiye jî ew çanda kovargeriyê şert û merc çi dibin bila bibin her ji nû ve geş dibe. Hejmara Kavarên ku li Bakur û Tirkiye derdikevin nêzikî 50 hebû bûye.
Ji Kovara POPKURDê Mistefa Dogan dibêje: “Ji hejmarê bêhtir tişta mihûm ew çarçoveya ku fireh dibe ye. Her ku diçe fireh dibe. Li ser qadên cûda cûda kovar derdikevin. Bo mînak moda. Qadên ku heta niha kovar lê tunebûn jî kovarên nû derdikvin.Çi onlîne çi matbû. Di vî warî de jî em dibînin ku nexasim bi rêya nifşê ciwan ew kovar derdikevin. Ew ne xirab e û tiştekî erênî ye.”
Piştî hewla derbeyê ku hemû wêşanên Kurdî yan hatin girtin yan ziyanek mezin dîtin, niha careke din li hemû qadên Kurdî hewl têne dayîn. Kovargeriya kurdî jî ku yek ji beşên girîng ên edebiyatê ye bi hewlên komî û şexsî her geş dibe. Bi Kurdî û Zazakî niha li Tirkiye û Bakûr zêdeyî 50 heb kovar derdiçin. Çi çapkirî û çi dijîtal. Lê kêşeyên aborî û nexwendin her weke xwe astengiyên mizin in.
Karîkaturîst-Gerînendeyê GOGê Îmam Cîcî jî got: “Ji wê rojê ve ku beriya 20 salan me Pîne amadekir vir ve me nikarî em çandeke bi xêzkirin bo zarokan bigîhinin. Me nikarî em xêzkaran bigihînin. Raste govar zêde derketin lê bo zarokan nebûn. Niha ez hewla wê didim. Kêşe helbet zêde ne. Bo mînak em neçarbûn malpêra xwe bi tirkî çêkin ji ber kêşeyên firotinê. Google reklamên kurdî qebûl nake. Bi ya min ji hilberînê bêhtir gihîştina xwîner pirsgirêk e.”
Weke berê ne tenê kovarên siyasî û biçek jî wêjeyî derdikevin. Hema bêje li her qadên jiyanê jî kovar hene. Mîzah, tenduristî, terûnnasî, dadwerî, magazînî, lêkolînî, wêjeyî, teorîk, felsefîk, civaknasî û heta bigire bo zarokan jî kovar derdikevin. Dilopa ku ji Hawarê ve ketî niha bûye goleke ne hindik. Bes ku xwînêr eleqe pê bidin.
Rudaw