• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Qeladizê “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriyê” hat vekirin

Gulan Media February 22, 2021 Hunerî
Li Qeladizê “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriyê” hat vekirin
Li bajarê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê, “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriyê” hat vekirin.

Duhî (21 Sibatê) bi helkefta roja cîhanî ya zimanê daykê, li bajarokê Qeladizê, ku navenda devera Pişder ya Herêma Kurdistanê ye, di merasimekê de navendeka çandî û hunerî bi navê “Mala Kelepûrî û Rewşenbîriya Pişder” hat vekirin.

Ew navenda han ku ji aliyê dezgeha Dînke ve hatiye vekirin, dê bibe navenda çalakiyên kelepûrî, rewşenbîrî û folklorî li devera Pişder.

Basnews
Top