• Tuesday, 07 May 2024
logo

Dengê bilûra Xelîlê Evdile îro li deştên berfgirtî yên Rûsyayê bilind dibe

Gulan Media February 22, 2021 Hunerî
Dengê bilûra Xelîlê Evdile îro li deştên berfgirtî yên Rûsyayê bilind dibe
Melodiya diltezîn, ku çendîn sal ji bilûra Xelîlê Evdile li ser pelên Radyoya Erîvanê diherikiya mala her kurdekî, îro li deştên berfgirtî yên Rûsyayê bilind dibe.

Siyabendê kurê Xelîlê Evdile, piştî mirina bavê xwe, mala xwe ji Azerbaycanê bar kiriye, birye Rûsyayê. Siyabend îro di nav kurdên Sovyetê de weke hunermendekî qedirgiran tê naskirin.

Xelilê Evdile sala 1940 li sirguniyê li Qirqizistanê hatiye dinê. Malbata wî du sal berê, ji Ermenistanê ajotibûn beyabanên Asya Navîn. Û dema Xelîl 4 salî bû, malbata wî jinûve vegeriyabû Ermenistanê.

Hewesa wî bo muzîkê re, hê ji zarotiyê de destpê bûbû, û di 11 saliya xwe de ew êdî bi bilûr û fîq melodiyan dijenî.

Dema ku Xelîl weke bilûrvanekî profesyonel bûbû endamê koma hunermenda navdar Sûsîka Simo, temena wî hêj ne gihîştîbû 18 salî.

Xelîl yekemîn melodiya xwe di 19 saliya xwe de; sala 1959-an li Radyo Erîvanê tomar dike.

Jixwe, hunermendiya Xelîl ya profesyonelî jî, ji wê demê destpê dike.

Di encamê de li Radyo Erîvanê ti hunrmend nemabû, ku stranê xwe bi jenîna Xelîl tomar nekiribe.

Sîmîzar, bûka Xelîlê Evdile, ku bi xwe jî çendîn sal di beşa kurdî ya radiyo Azerbaycanê de ked daye, bi gazin e ku ta niha dezgehên ragihandinê yên kurdî giringiya pêwîst nedane Xlîlê Evdile.

Melodiyên ku bi jenîna Xelîlê Evdile li Radyo Erîvanê hatine tomarkirin, ji 100î zêdetirin. ji bilî wan, ew, weke bestekar jî melodiyan şêdikir, û aranjeriya stranan dikir. Sala 1978an di Festîvala Neteweyan a Lenîngradê de weke bilûrvanê solîst, wî xelata duyemîn wergirtibû. Koma Govendê ya bi serkariya Xelîlê Evdile bi berdewamî li Komarên Qafqaqasya û Asya Navîn derdiketin tûrneyan.

Behremendî û huner ji Xelîlê Evdile re ji bav û bapîrê wî mîrat maye. Bavê wî Evdileyê Ebîl dema xwe de bilûrvanekî navdar bûye. Bapîrê wî jî bi jenîna tulum, an ku dizgar dihat naskirin.

Xelîlê Evdile pir dixwast ku kurên wî jî şopên bav û bapîran bajon.

Lê ji sê kurên wî, bi tenê Siyabend şopa bavê xwe meşand.

1989ê riya penaberiyê jinûve ji Xelîlê Evdile re diyar dibe. Wî, ji ber şerê Qerebaxê mala xwe dibe Azerbaycanê. Û çawa ku li penaberiyê hatibû dinyayê, sala 1991-ê li penaberiyê jî, ji vî dinyayê koç dike.

Hesenê 11 salî neviyê birayê Xelîl e.

Hesen bi behremendiya xwe ve her kesî heyran dihêle. Lewma jî malbata Evdila xwe bextewer dibîne, ku li Rûsyayê be jî, nêrîta kal û bavan êdî winda nabe.

Rudaw
Top