• Tuesday, 07 May 2024
logo

Emîna Mewlûdiyan hevjîna hunermend Mamlê koça dawiyê kir

Gulan Media February 18, 2021 Hunerî
Emîna Mewlûdiyan hevjîna hunermend Mamlê koça dawiyê kir
Hevjîna hunermendê navdar Mihemed Mamlê, Emîna Mewlûdiyan li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

Wirya Mamlê, kurê hunermend Mamlê ew nûçe piştrast kir û ragihand, îro berbangê diya wî Emîne Mewlûdiyan di temenê 84 saliyê de koça dawiyê kir.

Emîne Mewlûdiyan sala 1936an ji dayik bûbû û keça efser û fermandarê naskirî yê Komara Kurdistanê li Mehabadê Mihemedî Mewlûdiyan (Hemedê Mewlûdiyan Çerçî) ye.

Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Mamlê sala 1925 li bajarê Mehabadê ji daîyk bûbû û sala 1999 koça dawî kiribû.

K24
Top