• Tuesday, 07 May 2024
logo

Piştî Nizamettin Ariç, Hozan Aydin jî soza piştgiriyê da dengbêjê biçûk

Gulan Media February 18, 2021 Hunerî
Piştî Nizamettin Ariç, Hozan Aydin jî soza piştgiriyê da dengbêjê biçûk
Piştî ku dengbêjê biçûk Kadîr Tuz ê 11 salî bi rêya Rûdawê bang li hunermendê navdarê Kurd Nizamettin Ariç û Hozan Aydin kir ku xwedî lê derkevin û ji bo dengbêjiyê piştgiriyê bide wî, herdu hunermendan jî bersiva wî dan.

Portala Kurmancî ya Tora Medyayî ya Rûdawê duh raporek derbarê Kadîr Tuz ê 11 salî de, dengbêjê biçûk ê ji gundê Bercûmê yê ser bi qeza Hîzan a Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê ve ku hevkarê me Abdulselam Akincî amade kiriye, belav kir û her zû vê raporê bala xelkê kişand.

Di vê raporê de, Kadîr Tuz ê 11 salî dibêje: “Ez dixwazim bibim dengbêjek baş. Bila Hozan Aydin û Nizamettîn Arîç li min xwedî derkevin da ku ez jî weke wan bibim dengbêj.”

Piştî Nizamettin Ariç, Hozan Aydin jî li ser hesabê xwe yê Instagramê bersiva daxwaza wî dengbêjê biçûk da.

Hozan Aydin dibêje: “Xortekî Kurd Erefat @arafat_korkmaz ev video û nûçe ya ku ji alî RûdawTV û malpera Rûdaw @rudaw hatiye weşandin ji min re şand. Gelek ciwan û zarok hene ku wek vî xweşik û dengxweş Kadir Tuz ê 11 salî, di qirneya 21 de jî ew gewhera wek riknê esas a çanda me ya resen; dengbêjî, di dilê wande bi awazê wanên şêrîn xweder dike, bê guman ji bo pêşerojê jî gelek hêviyên mezin didin me û a rastî ez gelek şanazim.”

Hozan Aydin diyar dike ku ew dê alîkariya Kadir Tûz bike û got: “Kadir can, min banga te û dengê te jî bihîst; ezê li gorî derfetên xwe sedîsed bikevime nava hewldanên piştevaniya te delalê min. Awaza teyî şêrîn û dilê teyê resen û pak maç dikim, silav û rêz ji bo malbata te jî ku tu di wê malbatê de bi vê gewherê hatî vestrandin û hesilandin”

Nizamettin Ariç jî di vê peyama xwe de gotibû: “Bê guman ezê li ciwanekî mîna te yê pêşeroja me, hêvîya me, ku dilê wî ji bo çand û mûzîka me ya klasîk lê dide xwedî derkevim. Çavên te yên reş û dilê te yê kurd û dengbêj maç dikim.”

Rudaw
Top