• Wednesday, 08 May 2024
logo

Hozan Canê: Gelê Kurd li min xwedî derneket

Gulan Media February 10, 2021 Hunerî
Hozan Canê: Gelê Kurd li min xwedî derneket
Hunermenda Kurd a navdar Hozan Canê "Gelê Kurdistanê min bi tenê hiştin. Di şexsê min de, çanda min de, zimanê min de tevahiya çand û şexsiyeta gelê Kurd xistin wê zindanê."

Hozan Canê piştî dadgehkirinê ji diderbarê dozê de ji Rûdawê re axivî.

Hozan Canê spasiya xwe ji Rûdawê re kir û dibêje “Ji bo ku dengê min gihandiye gelê Kurd spasiya xwe ji malbata Rûdawê redikim.”

Di derbarê doza xwe de Canê ragihand ku “Doza li dijî min ne dozeke hiqûqî ye, dozeke siyasî ye. Her carê tiştekî din dikin mene.”

Sedemên dirêjbûna dozê jî Canê bi vî rengî anî ziman “Almanya li hemwelatiyên xwe gelek xwedî dertê û piştgiriyê dide wan ji ber wî jî yên din dixwazin vê yekê bikar bîne.”

Canê gazinên xwe ji gelê Kurd kir û tekez kir “Gelê Kurdistanê min bi tenê hiştin. Di şexsê min de, çanda min de, zimanê min de tevahiya çand û şexsiyeta gelê Kurd xistin wê zindanê. Bê sûç û bê guneh 2 sal û 5 meh di zindanê de mam.”

Her wiha Hozan canê dibêje kesê ku li ser wê îfade daye berê yê HDPê bûye, îftîra avêt ser wê û niha jî reviyaye derveyî welat.

Hunermenda Kurd Hozan Canê îro careke din hat dadgehîkirin û biryar e li Sêyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edirneyê hat darizandin.

Hozan Canê ku navê wê yê resen Seîde Înanç e, bi hênceta ku endama rêkxistineke terorîstî ye, di 22ê Hezîrana 2018an de li Tirkiyê hetibû girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jê re hatibû birîn.

Canê, dema 2 sal û 5 mehan di girtîgehê de ma lê piştre bi biryara Dadgeha Pêdeçûnê (Temyîzê) di 1ê Cotmeha 2020an de bi merc hat berdan.

Dadgehê herwiha çûna derve û derketina ji Tirkiyê ji wê hunermenda Kurd qedexe kir.

Parêzerê Canê, Newroz Akalan ragihandiye, dadgehîkirina hunermend Canê îro li Sêyemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edirneyê birêve diçe.

Akalan daye xuyakirin, ku tê çaverêkirin dadgeh îro biryara dawî derbarê hunermend Canê de bide.

Dema Canê di girtîgehê de bû, keça wê Gonul Ors serdana wê kiribû û ew jî hatibû girtin, lê piştre bi mercê qedexekirina derketina bo derveyî welat hatibû berdan.

Rudaw
Top