• Friday, 03 May 2024
logo

Nivîskarê kurd Cemîl Tûran Bazidî wek “Sefîrê Aştiyê yê Kurdistanê” hat hilbijartin

Gulan Media February 10, 2021 Hunerî
Nivîskarê kurd Cemîl Tûran Bazidî wek “Sefîrê Aştiyê yê Kurdistanê” hat hilbijartin
Nivîskarekî kurd ji aliyê dezgeheka navdewletî ya mafên mirov ve wek “Sefîrê Aştiyê yê Kurdistanê” hat hilbijartin.

Dezgeha navdewletî ya mafên mirov ya bi navê “Foruma Edebiyata Cîhanî bo Aştî û Mafên Mirov” nivîskarê kurd Cemîl Tûran Bazidî wek “Sefîrê Aştiyê yê Kurdistanê” hilbijart.

Wê dezgeha mafên mirov li ser şîreta nivîskara Yûnanî Eva Petropoylu Lianoy, ew nivîskarê kurd wek “Sefîrê Aştiyê yê Kurdistanê” hilbijartiye û sertîfîka daye wî.

Cemîl Tûran Bazidî li ser wê yekê gotiye, wî ji ber xebatên xwe di warê aştî û mafên mirov de ew leqeb wergirtiye.

Bazidî her wiha gotiye, gelê kurd têniyê aştî û azadiyê ye ji ber wê jî ew hêvîdar e bikaribe, biçûk be jî, rola xwe di dabînkirina aştiyê li Kurdistanê de bilîze.

Cemîl Tûran Bazidî, sala 2018 jî ji ber pirtûka xwe ya bi navê “Navê Min Azad e” xelata taybet ya UNESCO wergirtibû.

Cemîl Tûran Bazidî, xelkê bajarê Bazid yê Bakûrê Kurdistanê ye û niha li Yûnanê dijî.

Basnews
Top