Mehmûd Kizil bi dengbêjiya xwe ji bîra Kurdan naçe
Dengbêjê Kurd Mehmûd Kizil ku di sala 1939'an de li navçeya Farqîn a Amedê hate dine, weke yekemîn dengbêj tê hesibandin ku li Bakurê Kurdistanê bi Kurdî plak derxistiye. Di serdemekê de ku zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê qedexe bû, wî kilamên Kurdî digotin
Ji salên 1960 heta 1974'an bê navber xebata xwe ya hunerê didomîne û bi dehan kilaman distrê. Paşê ji ber zehmetî, qedexe û gelek sedemên din dest ji hunerê berdide. Di salên 1990'î de carek din vedigere ser dengbêjiyê û albuma xwe ya bi navê "Ax Ciwanî" derdixe.
Dengbêjê Kurd Mehmûd Kizil gelek kilam gotine, lê ew bêtir bi kilamên wek "Îbo Begê Parsûnê", "Cembelî", "Lawikê Metînî", "Salihê Pismam" û "Lîdero" tê naskirin. Kilama "Lîdero" ku li ser rewşenbîrê Kurd Yusuf Azîzoglu çêkiribû, yek ji kilamên wî yên navdar e.
Piştî Şaredariya Amedî dikeve destê kurdan û şaredarî qedr û qîmetê dide dengbêjan, qedrek mezin dide wî jî û ew jî di bin banê şaredariyê de dest bi xebatê dike.
Di heyama çalakiyên xwe yên hunerî de, Mehmûd Kizil 53 albumên kilamên bi Kurdî derxistine. Plaka xwe ya yekemîn di sala 1965an de derxist, ku têde kilama Lorî Lorî Cembelî xwandibû.
Piştî Ayşe Şan û Hisênê Farê, herî zêde dengbêj Mehmûd Kizil kilamên dengbêjiyê li dîwanan digot.
Mehmûd Kizil di 31 Çileya 2018an de ji ber nexweşiya dil di temenê xwe yê 79 saliyê de koça dawî kir.