• Saturday, 04 May 2024
logo

Pirtûka Komhejmara Dilname derket

Gulan Media January 23, 2021 Hunerî
Pirtûka Komhejmara Dilname derket
Komhejmara Rojnameya Dilname ya rojnamevan û pêşkêşvanê Rûdawê Imer Kalo ji Weşanxaneya Sîtavê derket.

‏Hejmara yekem ji Rojnameya Dilname ya rewşenbîrî, bi zimanê kurdî û li ser kaxezê bi çapa rengîn, roja 01/12/2010an de ji aliyê rojnamevan Imer Kalo ve li bajarê Kobanî derketibû.

Rojnameya Dilname piştî ku 9 hejmarên wê derket, roja 01/09/2011an weke rojnameya çapkirî rawestiyabû.

Lê Rojnameya Dilname heta 01/12/2014an weke rojnameyeke elektîronî bi herdu zimanên Kurdî û Erebî berdewam bibû.

‏Pirtûka Komhejmara Dilname, tevahiya hejmarên Rojnameya Dilname yên çapkirî li xwe digre, û ji 234 rûpelên rengîn pêk tê.

Nivîskar Şahîn Bekir Soreklî pêşgotina pirtûka Komhejmara Dilname nivîsandiye û berga wê jî ji aliyê Enterê Şewo ve hatiye amadekirin.

Rudaw
Top