• Saturday, 04 May 2024
logo

Koma govendê ya Dîlan Urmiye bû endama Encumena Folklorê ya Ewropa

Gulan Media January 18, 2021 Hunerî
Koma govendê ya Dîlan Urmiye bû endama Encumena Folklorê ya Ewropa
Koma govendê ya “Dîlan Urmiye” bû endama Komeleya Folklorê ya Ewropa.

Encûmena Folklorê ya Ewropa, koma govendê ya “Dîlan Urmiye” bi fermî kir endama xwe û diploma dayê.

Koma govendê ya “Dîlan Urmiye” di Adara sala 2009an de ji aliyê komek xortên kurd yên xelkê devera Ormiyê ve hate avakirin û di gelek festîvalên cor bi cor de beşdarî kiriye û di van boneyan de pile jî bi dest xistiye.

Koma Dîlana Urmiye, li çendîn festîvalên derveyê Îranê de jî beşdarî kiriye. Havîna sala 2019 di festîvala navnetewî ya Ermenistanê de li beşa mûzîk û govendê de, pileya yekem bi dest xwe ve anîbû.

Herwisa wê girûpa çandî û hunerî, payîza 2019 beşdarî festîvala Barsêlona Îspaniyayê kiribû û pileya duyem bi dest anîbû.

Top