• Saturday, 04 May 2024
logo

Çetîn Lodî bi salan etarî dikir, niha xwediyê 5 pirtûkên bi Kurdî ye

Gulan Media January 17, 2021 Hunerî
Çetîn Lodî bi salan etarî dikir, niha xwediyê 5 pirtûkên bi Kurdî ye
Çetîn Lodî yê ku demeke dirêj li Êlihê li kolan û gundan mal bi mal digerî û etarî dikir, niha wek nivîskarê 5 pirtûkên bi Kurdî tê pênasekirin. Nivîskarê Kurd dibêje her çiqas şert û mercên jiyana wî giran û zehmet bûn jî wî qet dest ji xwestekên dilê xwe bernedaye û dawiya dawî jî xwesteka xwe ya mezin nivîskartî pêk aniye.

Nivîskarê Kurd Çetîn Lodî. Ji bajarê Sêrtê ye û di 12 saliya xwe de ji Sêrtê bi malbatî berê xwe dane Êlihê û li Êlihê jiyana xwe berdewam kiriye. Piştî ku tên Êlihê jî ji ber şert û mercên giran ên jiyanê ew neçar e bo alîkariya debara malbatê xwe ji xwe re karek peyda bike û dest bi etariyê dike û kolan bi kolan, gund bi gund digere. Lê her tim xeyalek di dile wî de bi wî re digere. Wî ji biçûktiya xwe ve xwestiye ku bibe nivîskar. Dawiya dawî jî dikare xwesteka xwe bi cih bike û ew roj hatiye ku niha wek Nivîskarê 5 pirtukên bi Kurdî tê nasîn û gelek keyfxweş e ku kariya vê xeyala xwe pêk bîne.

Çetîn Lodî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di dibistanê de dema mamoste ser texteyî nivîsan dinivîst bandor li min kiribû binivîsim. Ew dem bo nivîskariya min bibû wek kulîlkekê. Piştî ku tiştên hatine sere mê ne pêkan e ku mirov bêdeng bimîne û nenivîse. Niha 5 pirtûkên min hene.”

Nivîskarê Kurd Çetîn Lodî heta niha 4 pirtukên helbestan û pirtûkek jî wek roman nivîsiye, dibêje wî her dem xwestiye ku bibe nivîskar lê ya girîng ew e ku wî ne tenê nivîskarî xwestiye, di heman demê de wî xwestiye bi zimanê xwe bibe nivîskar ku vê yekê wek berpirsiyariyek hember nirxên xwe yên neteweyî jî pênase dike. Xwînedevanên pirtûkên Çetîn Lodî jî amaje dikin girîng e ku Lodî bi zimanê xwe berheman dide.

Welatiyek ku pirtûkên Çetîn Lodî xwendiye, dibêje: “Çetîn Lodî 5 pirtûkên bi Kurdî nivîsîne. Pirtûkên wî xweş in. Em spasiya wî dikin û pîroz dikin. Bila ciwan û zarokên me jî bi Kurdî bixwînin û binivîsin.”

Çetîn LODÎ yê ku nivîskarê 5 pirtukên Kurdî ye dibêje mixabin nifşên nû yên Kurd ji dêvla ku bi zimanê xwe bixwînin û dîroka bizanin meylê didin zimanên din û bang li ciwanên Kurd dike ku berî her tiştî divê pirtûkên bi zimanê xwe bixwînin û li çand û dîroka xwe xwedî derbikevin.

Rudaw
Top