• Friday, 03 May 2024
logo

Dengbêj Cemalê Mihê nexweş e û rewşa wî jî dijawar e

Gulan Media January 17, 2021 Hunerî
Dengbêj Cemalê Mihê nexweş e û rewşa wî jî dijawar e
Dengbêjê navdêr ê herêma Botanê Cemalê Mihê ku berî niha çareseriya pençeşêrê ji re dihat kirin, bi virûsa Coronayê ketiye û niha li nexweşxaneyê di beşa çavdêriya hûr de tê dermankirin.

Kamûran Dayan kurê Dengbêj Cemalê Mihê ji Rûdawêr re ragihand ku berî 10 rojan bavê wî bi nexweşiya Coronayê ketiye û niha ew li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê di beşa çadêriya hûr de tê dermankirin.

Kamûran Dayan derbarê rewşa bavê xwe de diyar kir ku rewşa wî giran bû, lê bijîşkan ji wan re gotiye ku rewşa wî ber bi başiyê ve diçe û heta çend rojan tedawiya wî dê berdewam be.

Dayan herwiha da zanîn ku berî 6 mehan bavê bi nexşiya pençeşêrê ya kezebê ketibû, lê piştî dermankirin, rewşa wî baş bibû.

Cemalê Mihê di sala 1957an de li Gundê Kavilê Kalo yê li bajarokê Dêrgulê ser bi Şirnexê ve jidayîk bûye û ji zarokatiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye.

Weke tê zanîn bi sedan stamen herêma Botanê striye û beşdarî gelek konseran bûye û herwiha hejmarek klîb jî belav kirine.

Bi gotina Cemalê Mihê wî gelek guhdariya Mihemed Arif Cizîrî, Hesen Cizîrî, Îsa Berwarî û Seîd Axayê Cizîrê kiriye û bandora wan li ser dengbêjiya wî hebûye.

Rudaw
Top