• Friday, 03 May 2024
logo

Grûpeke Koreya Başûr strana ‘Malan Barkir’ got

Gulan Media January 13, 2021 Hunerî
Grûpeke Koreya Başûr strana ‘Malan Barkir’ got
Grûpa JJJ Studio ya Koreya Başûr ku endamên wê ji kesên melez pêk tê, strana Kurdî “Malan Barkir” bi şêweyeke cuda bi zimanê xwe û Kurdî gotin.

Grûpa muzikê JJJ Studio strana navdar a Kurd “Malan Barkir” bi Koreyî û Kurdî strandin.

JJJ Studio di beşa Koreyî klîbê de gotinên stranê guhertin û cih da şerê Koroyê û behsa perçebûna gelê Koreyê dike. Herwiha di beşa Kurdî de jî dîmenên şerê Kurdan ê li dijî DAIŞê bikar aniye.

Endamên Grûpa muzikê JJJ Studio pir-rengî û melez in. Endamê O.M Sejin bavê wî xelkê Koreyê ye û dayîka wî meleza Malezya-Endonezyayê ye.

Hema grûpê pêştir jî strana Kurdî “Ez Kevokim” gotibû.

Rudaw
Top