• Saturday, 04 May 2024
logo

Duyem festîvala navnetewî ya kurte fîlmên sînemayê ya Kerkûkê birêve diçe

Gulan Media January 10, 2021 Hunerî
Duyem festîvala navnetewî ya kurte fîlmên sînemayê ya Kerkûkê birêve diçe
Biryare dawiya vê heftiyê duyem festîvala navnetewî ya kurte fîlman a Kerkûkê li salona Navenda Rewşenbîrî ya bajar birêve biçe.

Serokê festîvala sînemaya navnetewî ya kurtê fîlman a Kerkûkê Serdar Zengene ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare rojên 13 û 14ê vê mehê duyem festîvala navnetewî ya Kerkûkê ya kurte fîlman li navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê birêve biçe. Sala borî ji ber belavbûna vîrusa korona û karantînayê festîval bi awayê online birêve çû. Lê îsal cudaye û li gor rênmayiyên tenduristî ew festîval dê birêve biçe.’’

Herwaha got: ‘’Îsal destpêkê 96 kurte fîlm bo me hatin şandin û piştre me karî sûd ji 82 fîlman wergirin û ên din li gor mercên pêwîst nebûn ku me danîbûn û ew 82 fîlme jî ji lijneya destpêkê re hatin şandin. Lijneyê jî ji wan 82 fîlman 13 ji wan destnîşan kirin ku bikevin pêşbirkê.’’

Serdar Zengene got: ‘’Serokê lijneya dawerên festîvalê Dr Îzedîn Şelhe ku serokê festîvala sînemaya Qudsê ye û endam jî pêktîn ji serokê festîvala sînemaya Urdinê Dr. Burhan Seade û li gel hunermend Vedad Kamil, herwaha gelek rexnegirên sînemaya navxwe û derve û fîlm jî pêktên ji fîlmên decomenterî û anîmasyon û romane fîlm in. piştre jî dê yekem, duyem û sêyemê kurte fîlman bê diyar kirin û piştre dê bên xelat kirin.’’

Basnews
Top