• Friday, 03 May 2024
logo

Bakur- Dengbêj Esker Cizîrî koça dawî kir

Gulan Media January 9, 2021 Hunerî
Bakur- Dengbêj Esker Cizîrî koça dawî kir
Dengbêj Esker Cizîrî îro bi celteya dil koça dawî kir. Cizîrî ku yek ji dengbêjên herêma Botanê bû, ji ekola Mihemed Arif bû.

Esker Cizîrî ku xelkê Cizîrê bû li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û temenê xwe bo hunera Kurdî terxan kiribû îro demjimêr 16.30 li mala xwe ya li Cizîrî celta dil derbas kir.

Esker Cizîrî ku yek ji dengbêjên Botan bû ji ekola Mihemed Arîf û Hesen Cizîrî bû. Mihemed Arif Cizîrî û Esker Cizîrî ti caran hev nedîtine, lê li gor riwayetekê Mihemed Arif guhdariya dengê Esker Cizirî kiriye, deng û şêwaza wî ewqas ecibandiye ku Cizîrî weke kurê xwe binav kiriye.

Her li gor zanyariyên Rûdawê Dengbêj Esker Cizîrî duh demjimêr 15.30 serdana Mala Dengbêjan kiribû ku nêzikî mala wî ye.

Dengbêj Esker Cizîrî ku 1955an ji dayîk bûbû û bavê 9 zarokan bû, berî 3 mehan bi vîrusa Coronayê ketibû û jê rizgar bûbû.

Basnews
Top