Ebdulqehar Zaxoyî klîpêke dûetî belav kiriye
Strana Ebdulqehar Zaxoyî behsa karên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, û umêdî xelkê bo kabîneya wî û çaksazîyan dike.
Stran bi herdu zimanên erebî û kurdî hatiye tomarkirin, klip ji torên medyaya civakî hatiye belavkirin.
Ebdulqehar Zaxoyî stran ligel hunermendê ereb Mihemed Ebdulcebar tomar kiriye.
Ebdulqehar Zaxoyî weke yek ji hunermendê bi ezmûn û naskirî yê kurd tê destnîşankirin. Heta niha gelek vîdyoklîp û album belav kirine.
Bo guhdarkirinê stranê vê lînkê bitikînin.
https://www.youtube.com/watch?v=SzcA89Yif8E&feature=emb_title&ab_channel=AmroyKurdistanl%D9%83%D9%88%D8%B1%D8%AF%D8%B3%D8%AA%D8%A7%D9%86%D8%A7%D9%84%D9%8A