• Saturday, 04 May 2024
logo

Muzîkjenê Çewlîgî ji aliyê hevalê xwe yê stranbêj ve hat kuştin

Gulan Media January 7, 2021 Hunerî
Muzîkjenê Çewlîgî ji aliyê hevalê xwe yê stranbêj ve hat kuştin
Li parêzgeha Çewlîg a Bakurê Kurdistanê, piştî çar roj wendabûna muzîkjen Denîz Ayaz termê wî di zeviyekê de hat dîtin û bi tohmata kuştina wî stranbêj Samet A. hat desteserkirin.

Muzîkjen Denîz Ayaz ê 35 salî, duh Çarşemê 6ê Çileya 2021an li gundê Tarbasanê yê ser bi navenda Çewlîgê ve di zeviyekê de mîrî hat dîtin.

Tîmên peywendîdar termê Denîz Ayaz, bo beşa morga li Nexweşxaneya Zarokanîn û Nexweşiyên Zarokan veguhestin.

Piştî lêkolînan zelal bû ku Denîz Ayaz ji nêzîk ve bi 4 guleyan hate kuştin.

Di encama lêpirsîna hate kirin de diyar bû ku Denîz Ayaz ji aliyê stranbêj Samet A. yê ku pêştir ligel xebitiyê ve hate kuştin.

Samet A lixwe mikûr hat ku wî Denîz Ayaz kuştiye û sedem jî mijara deynan bûye.

Rudaw
Top