• Saturday, 04 May 2024
logo

Mehmet Atli: Coronayê bandor li tevahiya karên me kiriye

Gulan Media January 5, 2021 Hunerî
Mehmet Atli: Coronayê bandor li tevahiya karên me kiriye
Hunermend û stranbêjê Kurd Mehmet Atlî ragihand ku coronayê bandor li tevahiya karên kiriye, herî zêde bandor li hunermendan bûye û nekarîne konsertên xwe pêşkeş bikin.

Di sala 2020an de ji ber Coronayê ziyanekî mezin gihîşte karên hunerî û yên hunermendan. Hinek mûzîkjen û hunermendan hem ji ber bandora aborî ya Coronayê û hem jî qutbûna peywendiya wan li gel hezkiriyên wan, dawî li jiyana xwe anîn.

Li Bakurê Kurdistanê jî gelek hunermend bêkar man û ziyan dîtin. Lê hêviyên wan hene ku îsal ew tengasî nemînin û vegerin serdema xwe ya berê.

Hunermendê Bakurê Kurdistanê yên navdar û dengxweş Mehmet Atlî ji Rûdawê re behsa wan astengiyan kir.

Mehmet Atlî diyar kir ku ji ber pandemiyê piranî dema xwe li malê ligel malbata xwe derbas kir û herwiha bi xebatên xwe ve mijûl bû û wiha pê de çû: “Mixabin, vê rewşê bandor ne tenê li muzikjenan kir herwiha li gelek sektorên din jî kir. Bandor li tevahiya hunermendan, şanoger û xebatkaran bû.”

Atlî anî ziman ku hêviyên ji sala nû ew e ku pandemî nemî û jiyan dîsa asayî bibe.

Rudaw
Top