• Friday, 03 May 2024
logo

Hunermenda Lubnanî li ser daxuyaniya pasdarekî Îranê, bi tundî lome li berpirsên Lubnanê kir!

Gulan Media January 3, 2021 Hunerî
Hunermenda Lubnanî li ser daxuyaniya pasdarekî Îranê, bi tundî lome li berpirsên Lubnanê kir!
Hunermenda navdar ya Lubnanî Elîsa bi tundî lome li berpirsên hikûmeta Lubnanê kir ku li hember daxuyaniya fermandeyekî pasdarên Îranê bêdeng mane.

Fermandeyê hêza asimanî û fezayî ya pasdarên Îranê, Emîr Elî Hacîzade di salvegera kuştina Qasim Sulêmanî de behsa şiyana mûşekî ya Îranê kiribû û amaje bi wê yekê kiribû, eger Amerîka û Îsraîl êrişî Îranê bikin dê li eniyên Lubnan û Xezê (Filistîn) rastî bersiveka tund bên.

Wî pasdarê Îranê, Lubnan û Filistîn wek eniyên pêş yên şer nîşan dabû.

Li hember vê yekê, hunermenda navdar ya Lubnanî Elîsa li ser twîttera xwe peyamek belav kir û bi tundî lome li berpirsên hikûmeta Lubnanê kir.

Elî di peyama xwe gotiye, ma hûn çawa wê rezaletê qebûl dikin?! Ka şeref û kerameta we?!

Basnews
Top