• Saturday, 27 July 2024
logo

Senger Kanebî: Peywira parêzgerên Nînowa û Kerkûkê dê PDK zelal bike

Gulan Media November 29, 2023 Nûçe
Senger Kanebî: Peywira parêzgerên Nînowa û Kerkûkê dê PDK zelal bike

Berpirsê baskê 23 yê Qereçûxê yê PDKê behsa amadekariyên ji bo helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûk û Nînowa dike û amaje bi wê yekê dike ku PDK di helbijartinê de li benda encamên gelek başe.

Berpirsê baskê 23 yê PDKê yê Qereçûxê Senger Kanebî Gewre ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK bi berbijêrên bihêz ve li helbijartinên encûmena parêzgehan de beşdarî kiriye û em geşbînin ku vê carê encamên baş ve îdareya wan navçeyan wergirin. Vê carê PDK dê gelek dengan bidest bixe û asta pêşwaziya berfireh a çînên civaka kurd û pêkhateyan li PDKê bûye sedem ku hemû alî ecêb bimînin. Ji ber beşek piraniya ewên ne ser bi PDKê bûn naha bûne piştevanê PDKê û xelk hêviya wê bi PDKê heye û wek lehiyekî xelkê berê xwe daye PDKê.’’

Herwaha got, ‘’PDK li Nînowa wek yekem partiya ser asta parêzgehê ye û vê carê PDK li benda encamên dilxweşiyê ye li Nînowa. Em li benda bidestxistina piraniya kursiyan in, li Kerkûkê jî PDK vê carê dê sûprîz bike û piştî helbijartinê bê PDK li herdu parêzgehên Nînowa û Kerkûkê parêzgar nikare bê zelal kirin. Gotina dawî PDK dê derbarê parêzgarê herdu parêzgehan de bike û zelal bike. Piştî dawî hatina helbijartinê dê gotûbêj bo pêkanîna rêveberiya bajaran bên kirin.’’

Berpirsê baskê 23 yê PDKê li Qereçûx got: ‘’Dê rola PDKê giring û berçav û diyarker be di pêkanîna îdareya Kerkûk û Nînowa de, li Diyale û cîhên din jî bi piştrastî berbijêrên PDKê dê serkeftî bin.’’

 

 

Basnews

Top