• Saturday, 27 July 2024
logo

Balefirekî Amerîkî ketiye erdê

Gulan Media November 29, 2023 Nûçe
Balefirekî Amerîkî ketiye erdê

Li peravên Japonê ketiye erdê.

Îro çarşem hikûmeta Japonê ragihand ku, zaniyariyên belez gehêştine destê wan ku, qala ketina balefireke leşkerî ya Amerîkî dikin.

Çapemeniya Japonî li ser zarê rayedarên hikûmeta xwe belav kiriye ku, ev balefira han li peravên Japonê ketiye û têde 8 kes hebûne lê heta niha nehatiye zanîn ka gelo ev kesên nava balefirê zindîne anjî tiştek bi serê wan hatiye.

Heta niha Amerîka li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedaye.

Top