• Friday, 03 May 2024
logo

Berhemên Dengbêj Şakiro hemû bi hev re têne belavkirin

Gulan Media December 30, 2020 Hunerî
Berhemên Dengbêj Şakiro hemû bi hev re têne belavkirin
Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Almanî bi kurê Dengbêj Şakiro, yê bi navê Umît Denîz re hevpeymana xwe imza kir û biryar e di demek nêzîk de hemû berhemên wî bêne belavkirin. Nivîskarê pirtûka “Antolojiya Dengbêjan” Îbrahîm Şahin jî Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Almanî bi wê yekê tohmet bar dike keda wî û Omer Kapan weke keda xwe nîşan dide.

Enstîtuya Çandê ya Kurdî-Almanî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) dê hemû stranên Dengbêj Şakiro ji nû ve biweşîne.

Li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Enstîtuya Çandê ya Kurdî-Almanî diyar kir ku Enstîtuyê hemû mafên weşanê ji Umît Denîz, kurê Şakiroyî wergirtiye û vîdeoyek Umit Deniz belav kiriye û wê weke mizgîniyek radgihîne: “Mizgîniya sala 2020an a herî xweş û pîroz,di xwedîderketin û parastina arşiva hunera Kurdî. Me bi kurê Şakiro, Hêja Umit Deniz re hevpeymana xwe îmza kir û di demek nêzîk de hemû berhemên Şahê Dengbêjan Şakiro diweşînin.”

Umît Denîz dibêje: “Ez weke kurê şahê Dengbêja Şakiro, hatime Enstîtuya Çandê ya Kurdî-Almanî ya li Dusseldorfê û me li ser berhemên bavê min peyman îmze kir. Heta niha me nedikarî em li berhêmên bavê min xwedî lê derbikevin, êdî bi saya vê yekê dawî li xebatên korsan tînin.”

Hat zanîn ku Enstîtuya Çandê ya Kurdî-Almanî hinek berhemên heta nehatine belavkirin jî ji bo weşanê amade bike.

Ji aliyê din ve Nivîskarê pirtûka “Antolojiya Dengbêjan” Îbrahîm Şahin li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê vê yekê de peyamek belav kir û Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Almanî bi wê yekê tohmet bar dike keda wî û Omer Kapan diziye.

Îbrahîm Şahin dibêje: “Li ser daxwaza enstîtuyê me ji wan re 270 kilam ên Dengbêj Şakiro û 112 kilam jî ên Dengbêj Reso şandin. Wek ku tenezûl nekirine çavkanî nîşan bidin herwiha hejmara kilamên ku me dane wan jî durist nedane. Mixabin!”

Di twîteke din jî Îbrahîm Şahin, Enstîtuya Çandê ya Kurdî-Almanî tag kiriye û nivîsandiye: “Şerma sala 2021an e ku hûn li ser keda min û Omer Kapan diavêjin. Ew berhemên ku ev 20 sal in em berhev dikin û dinivîsînin wek MP3 me radestê we jî kirin. Divêyabû hûn jî etîk tevbigeriyan û wek keda xwe nîşan nedaba. Ew kilamên ku we ji me wergirtine û wek berhemên nû nîşan didin ev du sal e ez û Omer li ser kanala Yotube yê bê reklam diweşînin.”


Jiyana Şakiro

Dengbêj Şakiro angot Şakir Denîz di sala 1936an de li navçeya Panos a Agiriyê hatiye ser dinyayê. Dû re mala wan ji wir diçe gundê Cemalwêrdiya Dûtaxê. Paşî malbata wî ji Cemalwêrdiyê koçberî Qereyaziya Erzeromê dike. Navê Tirkî Şakir Deniz pê ve kirine. Dengê wî xwedî oktaveke bilind bû û bi du hawînan (Ha Hîîî Ha Haîî) stran digot.

Ew jî yek ji şagirtên Dengbêj Reso ye û bi piranî stranên Reso gotiye. Herwekî stranên wî bixwe jî gelek in. Dengbêj Reşo jî bixwe şagirtê Evdalê Zeynikê bû. Hejmara kasetên wî 65 in. Di sala 1996an de li Tirkiyê, bajerê Îzmîrê di nav jiyaneke xîzan û awarte de jiyana xwe ji dest da.

Rudaw
Top