• Saturday, 27 July 2024
logo

Konsulusê nû yê Franseyê li herêmê destpê kir

Gulan Media November 27, 2023 Nûçe
Konsulusê nû yê Franseyê li herêmê destpê kir

Li gel Serokê herêma Kurdistanê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Franseyê yê li herêma Kurdistanê Yann Braem kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Konsulusê nû yê Franseyê kir û hêviya serkeftinê bo xwest û piştîvaniya xwe û aliyên têkildar yên herêma Kurdistanê bo serxistina pîverdariya wî diyar kir û herwiha tekez li ser xwesteke herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Franseyê kir.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê Franseyê Yann Braem jî kêfxweşiya xwe li hember destbikar bûna xwe weke Konsulusê welatê xwe li Hewlêrê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, hewl dide dostatî, hevkarî û têkiliyên Franseyê li gel herêma Kurdistanê pêşde bibe û behsa berdewamiya piştîvaniya Franseyê bo herêma Kurdistanê kir.

Di berdewamiya civînê de her du aliyan behsa rewş û pêşhatên deverê kirin.

 

Top