• Saturday, 04 May 2024
logo

Kerkûk – Nivîskarê kurd Şêrzad Mihemed Emîn Rojbeyanî canê xwe ji dest da

Gulan Media December 23, 2020 Hunerî
Kerkûk – Nivîskarê kurd Şêrzad Mihemed Emîn Rojbeyanî canê xwe ji dest da
Li bajarê Kerkûkê, nivîskarekî berçav yê kurd canê xwe ji dest da.

Endamê liqa Kerkûkê ya sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê, Setar Cebarî got, duhî li Kerkûkê mamosta Şêrzad Mihemed Emîn Rojbeyanî, ku kesekî berçav yê Kerkûkê jî bû, bi nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Setar Cebarî her wiha got, mamosta Şêrzad birazî û mîratgirê dîroknivîs Mela Cemîl Rojbeyanî bû. Ji ber ku zarokên Mela Cemîl tinebû.

Mela Cemîl Rojbeyanî, dîroknivîs û mutercumê navdarê kurd bû. Ew di dema rêjîma Beis de ji ber helwestên xwe yên kurdiniyê, gelek caran hat girtin. Mela Cemîl di zîndanê de pirtûka Şerefnameya Şerefxanê Bitlîsî wergerand ser zimanê erebî.

Basnews
Top