• Saturday, 27 July 2024
logo

ENQERE – Bûkê qirika xesûya xwe birî û ew kuşt

Gulan Media November 24, 2023 Civakî
ENQERE – Bûkê qirika xesûya xwe birî û ew kuşt

 Li bajarê Enqereyê yê Tirkiyeyê, jinekê li ser taştêyê bi kêrê gewriya xesûya xwe birî û ew kuşt.

Bûyerê li Taxa Basriyê ya navçeya Polatliyê rû da.

Li gorî agahiyan, di navbera Merve Dogan û xesûya wê Kezban Doganê de li ser taştêyê ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê nîqaş gur bû û bûkê bi kêrê qirika xesûya xwe birî.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û wan bûk desteser kir.

Tîmên tenduristiyê termê Kezban Doganê ji bo karûbarên otopsiyê rakir bijîşkiya dadî.

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyeyê, dema hevjînê Merve Doganê li kar bû wê xesûya xwe kuştiye.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Rudaw

Top