• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Sûriyê nîgarkêş bû û li Rihayê dergevaniyê dike

Gulan Media December 19, 2020 Hunerî
Li Sûriyê nîgarkêş bû û li Rihayê dergevaniyê dike
Li Tirkiyê 3 milyon û 635 hezar û 410 koçberên Sûrî dijîn. Yûsif El Huseynî jî ji wan koçberan yek e ku 8 sal in li Rihayê dijî û ew li Sûriyê jibilî karmendiya dewletê, nîgarkêş bû û niha ji bo dabînkirina debara jiyana xwe dergevaniyê dike.

Ew bi eslê xwe ji Şamê ye. Bavê wî Ereb dayika wî jî Kurdekî ji Kobaniyê ye. Piştî ku şer destpê dike ew bi malbatî bere xwe didin Rihayê.

Apê Yûsif karmendek dewletê bûye. Bi destpêkirina şer re kare xwe ji dest dide û li gel malbata xwe koçî Rihayê dike.

Apê Yûsif nîgarkêş e, kar û barên ceyranê û herwiha bi îcadên xwe ve mijûl e û ev 8 sal li Rihayê dergevaniyê dike.

18ê Berfanbarê Roja Cîhanî ya Koçberan e. Koçberbûn jî rasteqînî û pirsgirêkek herî muhîm ya dinyayê ye. Li gor amarênRrêxistina Koçberan a Netewên Yekbûyî di dawiya sala 2019an de nêzîkî 80 milyon kes bi zorê ji war û wargehên xwe dûr ketine û wek penaber li welatên cîhanê belav bûne.

Apê Yûsif jî ji wan koçberan yek e ku di destpêka şerê navxwe yê Sûrî de kare xwe winda kiriye, hêlîna wî rûxiyaye, mala wî wêran bûye, rêya bêwarbûnê lê pêş wî ketiye û bûye koçber hatiye Rihayê ev 8 sal in li Rihayê di apartmanekê de dergevanî dike.

Yûsif El Huseynî, koçber, dibêje, “Welatê me nema nema welat çû tiştek tê de nema. Mal çû erebe çû ew der gişt xira bû. Pir zor e, pir pir zor e ne hêsan. Welleh wexta sifte em hatin vir du salên ewil nan tune bû, kar tune bû, xelkê alîkariya me dikir. Me bi xêra Xwedê bi xêra xelkê îdara xwe dikir. Niha hemwelatîbûna me tune, em nikarin herin bajarek din. Yanî dema ji min re melzemek lazim be, tiştek lazim be ez nikarim herim derek din, ez destur dixwazim dibêjin destur tune ye. Hema ku şer biqede ez dixwazim îro jî vegerim welatê xwe. Yanî îro be sibê be kîjan roj bi desten min bikeve ezê vegerim.”

Apê Yûsif du zaningeh qedandine. Beriya şerê navxwe di bankeke hukumî de karmendê dewletê bûye û li vê yekê nîgarkêş e û mûcîde. Her çend e li Rihayê rehetiya wî û malbata wî hebe jî ew bi hesreta axa xwe û bi hêviya ku rojek bizivirin dijî. Lê hevjîna wî naxwaze ku carek din bizivire Sûriyê.

Semîra Aqilî, hevjîna wî, dibêje, “Vegera me ya Sûriyê... na ez naxwazim vegerim Sûriyê. Çunkî niha li wir dewlet nîne. Yanî jiyan li wir gelek zor e niha. Kel û pel bihane. Kar û bar tune li Sûrî. Dizî heye li wir. Niha li Sûrî mafya heye, mafya wir îdare dike. Sûriye ne ewle e. Mesela keçikek ku diçe çarşiyê nema dikare bizivire mala xwe. Li Sûriyê tecawuz heye, diz hene yanî jiyana li Sûriyê niha gelek zehmet e.”

Cîranê apê Yûsif jî ji wî razî ye û ew dergevanê xwe gelek jêhatî dibine.

Mehmûd Demîral, cîranê apê Yûsif, dibêje, “Yûsif kesek e ku gelek zor û zehmetî dîtiye. Bi derfetên xwe yên heyî debara xwe dike.”

Koçberek din dibêje, “Bibe nebe zehmetiyê koçberbûnê hene. nabe weke ku merif li ser axa xwe din av dost heval û hogirên xwe de be.”

Li gor amarên Wezereta Navxwe ya Tirkiyê 3 milyon û 900 hezar penaber li Tirkiyê dijîn ku ji sedî 92 ji wan koçberên Sûrî ne, wate li Tirkiyê 3 milyon û 635 hezar û 410 koçberên Sûriyê hene.

Rudaw
Top