• Saturday, 04 May 2024
logo

Mela Elî Kelek: Îbrahîm Tatlises bêje 'ez Kurd im' ez dê wî çareser bikim

Gulan Media December 18, 2020 Hunerî
Mela Elî Kelek: Îbrahîm Tatlises bêje 'ez Kurd im' ez dê wî çareser bikim
Mela Elî Kelek peyamek araasteyî Îbrahîm Tatlises kir û got, ew stranbêj “tobe bike û bêje `ez Kurd im` ez dê nexweşiya wî di 6 mehan de çareser bikim.”

Mela Elî Kelek di wê peyama xwe de ku li ser Facebookê bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngîlîzî belav kiriye, hejmara telefona xwe jî tê de daniye.

Di wê peyamê de Mela Elî Kelek dibêje, “Eger stranbêj, birêz Îbrahîm Tatlises tobe bike û bêje `ez Kurd im` û qewmê xwe înkar neke, bi şahidiya we hemûyan ez dê wî di heyama 6 mehan de bi izna Xwedê çareser bikim bêyî beramber.”

Derbarê pirsgirêka tendirustiya Îbrahîm Tatlise jî Elî Kelek amaje bi wê kiriye, “Mejiyê (Îbrahîm Tatlises) xwîn li nav meyiye, ji ber wê yekê baş nabe.”

Hunermend Îbrahîm Tatlises roja 14ê Adara 2011an di encama êrişeke çekdarî de ji serê xwe ve bi giranî birîndar bû û ji wê rojê ve rewşa tendirustiya wî venegeriyaye asta berê. Herwiha sala 1990an jî teqe lê hatibû kirin û ji lingê xwe birîndar bûbû.

Mela Elî Kelek li navçeya Kelek a Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi navê “Nexweşxaneya Muhammed Resullulah” cihek vekiriye û li wê derê îddîa dike ku nexweşan bi şêwazê `Tiba Nebewî` çareser dike.

Mela Elî Kelek ku xwe weke “Pisporê Tiba Nebewî” bi nav dike, li ser torên civakî aktîv e û bi milyonan şopînerên wî hene û herwiha berî niha li ser giliya xelkê ji aliyê polîs ve hatibû desteserkirin.
Top