• Saturday, 04 May 2024
logo

Kawa Nemir: Weşanxaneya Lîsê wergera min bêyî min çap kiriye

Gulan Media December 8, 2020 Hunerî
Kawa Nemir: Weşanxaneya Lîsê wergera min bêyî min çap kiriye
Werger helbestvan û nivîskarê naskirî yê kurd ji Bakurê Kurdistanê Kawa Nemir aşkere kiriye Weşanxaneya Lîsê bêyî destûra wî wergera wî ya bi navê “Hemû Soneyên William Shakespeare” çap kiriye.

Kawa Nemir ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Faceebokê peyamek arasteyî xweînerên xwe kiriye û tê de ragihandiye Weşanxaneya Lîsê ya li bajarê Diyarbekirê kar û xebata weşangeriyê dike wergera wî ya bi navê “Hemû Soneyên William Shakespeare” bêyî destûra wî çap kiriye.

Kawa Nemir ragihandiye; “Ev serê çar rojan e ez bi rêyên curecur ji hindek heval û hogirên xwe yên dilpak peyaman werdigirim ku dibêjin, “Weşanxaneya Lîsê ya li Ameda paytext wergera te, "The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare", piştî salan, dubare çap û belav kiriye.”, ku çapa wê ya pêşîn di sala 2010an de hatibû kirin.

Gelî xwîner û heval û hogirên berkeftî,

Haşayî min, go, gotine, “Gotina gêzîyê derbas dibe, ya wî derbas nabe.” Serqise, di gel birrek karên xwe yên her wekî amadekirina bernameya "Sîwan"ê li ser Stêrk Tvyê, rojane wergerandina metnên ne edebî jî, ez li ser wergera "Şah Lear"a Shakespeare û romana bi navê "De Brief voor de Koning" (Name Ji Şah Re) ya Tonke Dragta nivîskara Hollendî dixebitim û ev bi qasî salekê ye jî ez wergera "Ulysses"a James Joyce û wergerên "Romeo û Juliet"ê, "Macbeth"ê û "Bazirganê Venedîk"ê, van tracidîyên Shakespeare, birrek şi’rên Langston Hughes, Carl Sandburg, John Keats, Amy Lowellê û gelek wergerên xwe yên berê çap bûyî û çap nebûyî amadeyî çapê dikim da ku weşanxaneya min Avesta wan çap û belav bike. Wisa jî, gelek berhemên dîtir î klasîk.

Li dû agehdarkirina hogirên min bi rêya peyaman, min jî bi çavên serê xwe dît ku, berra jî, Weşanxaneya Lîsê, tevî ku min devîdevî berîya salekê bi zimanekî qet’î hişyarî dabû wan ku ebeden teşebusî tiştekî bi wî rengî nekin, êdî ne ji mafê we ye hûn herfeke aîdî min jî çap bikin, min dît ku Lîsê wergera "Hemû Soneyên Shakespeare" bê destûr çap û belav kiriye û vê yekê, li cem xwe, bi şanazî di laperên mîdyaya soşil û malpera xwe de jî ‘elam dikin û xistine ber firotanê jî.”

Basnews
Top