• Monday, 06 May 2024
logo

Li Tirkiyê 2020an herî zêde Ezhel hat guhdarîkirin

Gulan Media December 3, 2020 Hunerî
Li Tirkiyê 2020an herî zêde Ezhel hat guhdarîkirin
Li Tirkiyê stranbêjê ku herî zêde hatiye guhdarkirin dîsa bû stranbêjê muzîka rapê Ezhel. Ev bû sê sal ku li ser hev dibe kesê ku herî zêde tê guhdarkirin. Di rêza duyem de jî Sezen Aksu cih girt.

Li gor platforma muzîkê Spotify ku li seranserê cîhanê 320 milyon bikarhênerên wê hene, li cîhanê û Tirkiye di sala 2020ande stranbêj, albûm, stran, lîsta lêxistinê û podcastên ku herî zêde tên guhdarkirin eşkere kir.

Li gor Spotify li Tirkiyê hunermendê herî zêde hatiye guhdarkirin Ezhel e, piştî wî Sezen Aksu û Murda tên, di rêza çaremîn de Sagopa Kajmer, pêncemîn de jî Patron di lîstê de cih ji xwe re ditin.

Li Tirkiyê strana herî zêde hatiye guhdarkirin, strana Ezhel û Murda ya bi navê “Bi Sonraki Hayatımda Gel(Di jiyana min a din de were)” di rêza duyem de strana Gazapizmê ya bi navê “Unutulacak Dünler (Duh ên dê bên jibîrkirin)” û ya sêyemîn jî strana Zeynep Basik a bi navê “Uslanmıyor Bu” bû.

Li Tirkiyê stranbêja jin a ku herî zêde tê guhdarkirin dîsa jî Sezen Aksu bu yekem. Piştî Sezen aksu, Zeynep Basik di rêza duyem de û sêyem de jî Billie Eilish tê. Di rêza çarem û pêncemin de jî Sertab Erener û Sena Şener di lîstê de cih digirin.

Li seranserê cihanê jî stranbêjê ku 2020an de herî zêde hatiye guhdar kirin bi 8.3 milyon guhdaran bû stranbêjê rapê Bad Bunny yê ji Porto Rikoyê.

Stranbêjê navdar Ezhel di salên derbasbûyî de stranên Kurdî jî gotibûn. Ezhel li Almanyayê xebatên xwe didomîne.

Ezhel li ser pirsa “Tu çima stranên Kurdî dibêjî?” gotibû, “Mirov cûdakariyê hîs dike û bi demê re dibe perçeyek ji wê. Ez pûçiya vê yekê têgihîştim. Mirov dibîne ku nefret paşê çê dibe. Min got wek `Tirkekî ez dikarim çi bikim` û ez çûm kursa Kurdî.”

Rudaw
Top