Xebat Arif: Helbest berhema dil e!
Xebat Arif dibşje: “Mirov helbestê nenivîse, dê kul û derdên dilê wî wî bixwin û bipelixînin!”
Di vê hevpeyvînê de, me hewl da derbarê helbest û xayîntiya wergera helbestê de bipeyivin.
Şaxewan Sidîq: Helbest yek ji janrên taybet û giring ên edebiyatê ye. Marquez dibêje: “Helbest ew xwê ye ku nahêle bêhna dinyayê genî bibe.” Ev hemû efsûn û taybetmendiya helbestê ji çi tê?
Xebat Arif: Taybetmendiya helbestê ew e ku berhema dil e. Helbest mijûlî dil, dilwasî, dilgupgup, dillerzîn, dilsojî, dudilî û dilketinê ye ku tam li dil didin. Ligel guman û pirsînê jî bi taybetî, ne ku aqil! Zana jî dibêjin “Dil endamekî masûlkeyî yê însan û ruhberan e û bi rêya damarên xwînbir û xwînhêner ku beşek ji kom-endamên gera xwînê ne, oksîjen û xwarinê didin laş û bi vî awayî wî zindî dihêlin.” Gotin li ser rastî û dirustiya vê yekê nîne! Divê berhema dil jî bi zimanekî bê derbirîn ku li asta wan rewşan be ku ligel dil mijûl in û bilindtir jî be. Min got: “ne ku aqil!” çunkî ev paşê tê û heke ziman di asta xwe ya herî bilind de karî tişta di dil de diqewime û tê serê wî derbibire, hingê karê vî dest pê dike. Divê hozanvan bi hişyarî kar ligel “aqil”î bike, qe nebe, divê ji ber zimên be, “ziman jî ligel dil kêmtir tê û ligel aqil bêtir!” da wî ji xeletî û çewtî û kêmasiyên encamdana kar û karvedanên dil; ku hest û nest in, biparêze.
Bi rastî jî ya rast her ew e ku Markîz dibêje, lê ne tenê helbest, belkî: “Hunerên bedew nebûna, demek bû bêhna genî bi cîhanê ketibû.” Şiîr jî ji wan e, tevî ku demeke li ba me wisa nemaye û ji xwe demeke bêhna genî ji cîhanê difûre û em hemû jê serwext in, lê hergav dil rêgir bû ji bi temamî bêhngenîkirinê û bi şiyanên xwe di guherîna di hemû aliyan de û ligel hemû serdeman kariye dilê me bi wê yekê xweş bihêle ku hê çirûskek ji dûr ve diçirise! Şiîrê hemû tiştên bedew û bilind ên zimên û heya radeyekê “aqil” jî di nav xwe de kom kiriye. Ez ne şaş bim efsûna şiîrê ji wê ye û ji wê tê û dîsa kombûna wan tiştên bedew û bilind e ku hê nahêle cîhan û dilên me jî pê re kufikî û bêhngenî bibin. An ku: Helbest heye û hebû ji bo ku dil û cîhan bi temamî bêhngenî nebin û efnikî nebin.
Di nav janrên nivîsînê de, hergav tê gotin helbest a herî baş e da mirov bikare bi başî qala tomeriya hemû tiştan bike, an ku “birîn, jan, reşbînî û bedewî û dilovanî û dilhişkî…” bi baweriya we sedema vê çi ye? Şiîrê ev hemû xislet ji ku aniye? Bi rastî mirov çima dixwaze helbestê binivîse?
Mirov helbestê dinivîse ji bo komkirina wan hemû tiştên tu qala wan dikî û ji bo komkirina ji wan bêtir jî û paşê derbirîna wan bi tîrî û himbiziya ku ziman rê dide û carina derbaskirina wê jî ku ziman rê nadiyê, her ew hewla tîrkirin û himbizkirina ziman e ku di şiîrê de bêtir ji hemû janrên din, em hest pê dikin û dibînin ku çawa carina, peyv ji wateya xwe ya ferhengî vediqete û peyvê bi rengekî ligel xwe saz dike ku maneyeke din, yan gelek maneyên din, di nava xwe de hilgire. Qasî ez jê dizanim, tiştê bi şiîrê tê kirin, bi janrên din nayê kirin, meger zimanê nivîsîna wan bê nêzîkkirin ji wêya ku hevrêyên şiîrê nav lê kirine: “zimanê şiîrî.” Zimanê şiîrî jî, dîsa berî her tiştekî din, karê dil e û paşê karê tiştên din e û mirov ji bo ku dilê xwe û tiştê ligel dilê xwe dike derbire, şiîrê dinivîse. Ez wisa dibînim. Zelaltir bêjim: “Mirov helbestê nenivîse, dê kul û derdên dilê wî wî bixwin û bipelixînin!” Çi ji şiîrê bêtir pêwîst e ji bo xweparastina mirov, ku her tişt dirize!? Helbest sitargeha nerizîn û bêhngenî nebûna dil û derûna mirov e û şaîr ne li wir be, nabe xwe û ji bo ku xwe jî be, helbestê dinivîse.
Gelek caran tê gotin ku beşekî mezin ê nivîsîna şiîrê ji bo derxistina kirêtiyên jiyanê ye, bêtirî ku behskirina bedewiyên wê be. Bi rastî bi nêrîna we, wêje û tekstên şiîrî ji bo karê rexnegirtina li jiyanê, yan wêje bi giştî û helbest bi taybetî, ji bo afirandina cîhaneke nû ne li pişt jiyana rastîn?
Çêdibe helbest kirêtiyên jiyanê derxe, lê di dema nivîsîna şiîrê de niyaza şaîr ne ew e û dibe ku paşê ev jê peyda bibe, yan wisa bê ravekirin ku niyaza şaîr ew bû, lê şaîr şiîrê dinivîse û mijûlî wê yekê ye xwe û dinyadîtina taybet bi xwe bi şiîrê bide û di hewldana wê yekê de ye ku xwe û dinyaya xwe bi muzîk, dîmen û rengan birengîne. An ku! Bi vî awayê ku ez jê dizanim: “Şiîr ne afirandina cîhaneke nû ye li pişt jiyana rastîn, lê belê afirandina dinyayeke nû ye di nav jiyana rastîn bi xwe de. Ev afirandin giringtir e, heke na realîte heye û jiyana li pişt realîteyê, qasî ez jê fêm dikim, tune û heke şiîr bi wê jiyanê dakeve, ji himhimê bêtir berhem nayîne.”
Tişta wisa kiriye ku wêje, nemaze şiîr alûgorê bike di navbera neteweyên cuda de, proseya wergerê bû. Lê derbarê vê yekê de nêrînên cihêreng hene. Bi nêrîna hinekan, wergera helbestê îxanet e, û hinek jî wek karekî ne mumkin dibînin, lê dibêjin pêwîst û giring e û her divê bê kirin. Sedema vê çi ye?
Em hemû; bi merşa nav Daxistana Min a Resûl Hemzatov nas in! Werger aliyê din ê merşê ye û bi nêrîna min divê wergêr zanibe û bêgav e ku divê zanibe, heke xwe bikuje jî, merş encam her berevajî radixe. Heke haya wî ji vê çêbû, tirsa wî ji wê yekê jî dikşike jê re bê gotin: “xayîn!” Na, ez bawer nakim wergera helbestê îxanet û helbestvan xayîn e, lê wergera şiîrê eynî wek wê nêzîk e ji nemûmkiniyê, lê pêwîst û giring e jî. Em, ewên ku şiîrê werdigerînin, niyazeke me heye û dibe ku niyaz ew be ku em bixwazin ji hev re bêjin yên din wisa dinivîsin û hûn ku di nav ferhenga me de dinivîsin divê agadar bin ka ew çawa dinivîsin û nabe hûn cureyê nivîsîna wan nizanibin. Ez vê dibêjim û piştrast im ku ev pêwîst e û wergera şiîrê jî neçarî ye û ji wê jî piştrasttir im hem ku bêjim: “Ti çareyeke me nîne û divê em hemû; ewên wek însan tên binavkirin, bi rêya berhemanîna wan haletan ku dilê me û yên din di wan re derbas dibin, (diyar e maneya wê ya ne şênber merema min e), haya me jê hebe ka çawa em dilê xwe bi şiîrê derdibirin. Xwezî wek ku em yek însan in, heke rast be ku piştrast im ne rast e, yek zimanê me jî hebûya û me ew bêtar neaniya serê xwe ku yên din merşê raxin û em jî bên, da merşa wan nîşanî xwe bidin, bi rexê din ve raxin! Gidî ziman! Ax însan, te çi anî serê xwe! An ku: Werger hergav pêwîst bû û heke werger bi hemû xeletî û çewtiyên xwe jî nebûya, em nedigihiştin vî cihê xwe yê niha.
Li wê gorê ku beşekî giring ê helbestê harmonî û muzîk e, ji bo wergera wê, pêwîstiya kesê wergêr bi selîqe û şarezatiyeke zêde heye. Bi nêrîna we her wergêrekî wêjeyî dikare şiîrê jî wergerîne, yan pêwîst e kesê wergêr bi xwe şiîrnivîs be yan şarezatiyeke wî ya baş di helbestê de hebe û bi xwe xwînerekî berdewam ê hozanê be?
Ez kesek im hergav berî her kesî, ji xwe guman dikim û dipirsim! Na, heval can, gumana min heya radeya baweriyê pê heye ku “her wergêrekî wêjeyî nikare şiîrê wergerîne!” Çima, çunkî wergêrê şiîrê, divê heya dawî şarezatiya wî di şiîrê de hebe. Ji vê jî giringtir ew e ku divê şarezatiya wî di herdu ferhengên li hember hev rawestiyayî de hebe. Şarezatiya baş di şiîrê de ji bo kesekî ku helbestî werdigerîne, ji baş baştir e, çunkî şiîr ne tenê hevahengî û muzîk û muzîka nav peyvan bi peyvê şiîr e, belku yê nav tîp bi tîpa şiîrê û pêkhateyên din ên şiîrê ye û paşê himbiziya zimên û ziman bi xwe û kêş û têkiliya yekangîr a peyv û hevokê û hemû tiştên din pêk ve û wergêr; heke bi xwe helbestvan be, ji her kesî baştir van tiştan nas dike û dikare wan di karê wergerê de bide. Tenê ewa 0ku kesê wergêr şiîrnivîs be, (şiîrnivîsîn jî! êdî tişteke!) têrê nake. Meger kê ne şiîrnivîs e, bi taybetî li ba me!? Gelo hemû dikarin helbestê baş wergerînin?
Demeke zêde ye tu mijûlî wergera şiîrên şaîra swêdî xanim Edith Sodergran î. Tu dikarî ji me re bêjî sedema hilbijartina vê şaîrê û bi kûrî karkirina di nav şiîrên wê de çi ye?
Xwezî min karibûya bêjim sedem çi ye! Ne ji ber tiştekî, ji ber bilindiya şiîrên Sodergran ku ez hewl didim pişt merşa şiîra wê bi xwe û kurdan bidim nasîn. Sodergran yek ji nuwazetirîn şaîr e û şiîrên wê, ku hemû na û piraniya wan nuwazetirîn şiîr in ku hez û arezûya min ji demekê ve heta lûtkeyên bedewî û hebûnê birine. Bila ez tesadifeke sosret ji te re vebêjim ku min çawa şiîra Edith Sodergran nas kir: “Nû bi nû; ez ê ne bimbarek, dihatim bi şiîreke din bibim nas û min li Zanîngeha Stockholmê di pileyeke din a zimên de dixwend, (nizanim û nayê bîra min kengî bû, dibe ku dawiya 1985an bû.) Rojekê mamosteyê me şiîrek da me bi navê “ew axa ku nîne!” û daxwaz ji me kir di aliyê çilo û çawaniya hînbûna zimanê swêdî de, (hate bîra min, çarşem bû!) heta duşema bê em gotinekê li ser bikin û ez êdî ku bi niyaz bûm bêtir mijûlî zimanê swêdî bibim, gava ez hatim mal û min helbest xwend, min hest kir ez rastî tiştekî heta tu bêjî nuwaze hatime û qediya: “Ez li ber xwe birim! Her ew li ber xwe birin bû niha jî nehatime û hinekî ji hingê dûretir, ku ez êdî bêtir hînî zimanê swêdî bûm, şiîra wê Sodergranê; (bi qewlê hezkirîtirîn hevrêyê min ê niha: “şiîra wê gawirê!”) ez bi xwe ve mijûl kirim û ez niha jî her li wê derê me. Ez dixwazim bêjim: “Edith, ne ez û her kes e, pir kûr e û dixwazim hinekî bi wê kûriya helbestên wê, ziman û hebûna xwe kûrtir bikim!” Her ev e jî ku ji bo bêtirî 15 salan e, ez rojane bi Edithê re dijîm û naxwazim bêjim ew bi xwe na û dibêjim: “ew bi xwe û helbestên wê!” Ti niyazeke min jî nîne ne li wê û ne li kesî, şiîr û ziman û ew dilê wê yê “bidax” nebe, ku bi ti hêz û bi ti kesî nayên kedîkirin, ez kêm tînim! Dibe ku ez, neviyekî biemek ê şiîr û dinyadîtina Edithê bim, çunkî ew bes 31 salî jiya û çi jiyanekê jiya, ne ew û ne zarok! Lê heya dawî şiîr nû û bilindtir kir. Ez çi zanim! Bi kurtî: “Edith beşek ji min û şiîrên wê beşekî zêdetir ji jiyana min in û dê herwisa jî bimînin!” Dixwazim ji vê zêdetir jî bêjim: “Îşê min bi dinyadîtina Edithê nîne, îşê min ew e ku şiîrên wê bi kurdî, bi hemû pêkhateyên şiîrê, binivîsim.” Min kariye yan dikarim: Nizanim.
Gava em li wêjeya kurdî dinerin, ji bo dema çend salan, her bi şiîrê dest pê kiriye. Dema salên borî jî bi zêdeyî helbestên şaîrên biyanî ji bo zimanê kurdî tên wergerandin, lê berevajî kêmtirîn şiîrên şaîrên me ji bo zimanên din hatine wergerandin, sedema vê çi ye? Giraniya proseyê yan xemsarî ye?
Giraniya proseyê ku heye û nayê înkarkirin û eve nifşên me dibe ku dawî lê bînin, lê şiîra me bê tirs dibêjim: Hinek ne tê de, yê din nekirkêr e. Sedema sereke, ku ez hest pê dikim, ew e û hew. Şiîra me, ya me hemûyan (emên ku şiîrê dinivîsin) kêm zêde, em tê de gunehkar in. Piştî Ebdullah Goran, me şiîr di rêyeke din de bir û me hemûyan pêk ve xerab kir û me ji her tiştî nêzîk kir, lê ne ji şiîrê! Dîsa: Piraniya şiîrên me ne layiqî meclîsa yarên şiîra yên din e û eyba eyb ew e ku em wan wergerînin! Em qenc jî dikin ku nakin, çunkî em ê rezîl û riswa bibin! Kes jî li derveyî dinyaya me ya biçûk û bi darê zorê mezinkirî, li wê şiîra neşiîr napirse û venapirse û destê wan jî sax be û dilê wan jî vekirî û ew baş dikin û em xerab dikin! Ev ê kengî û çawa bê derbaskirin, ez bi xwe nizanim! Divê ewên di pey me re tên, bersiv bidin.
Rudaw