• Monday, 06 May 2024
logo

Şahînê Soreklî bi sedan rûpel ji bo pêşxistina Kurmancî weşandine

Gulan Media December 1, 2020 Hunerî
Şahînê Soreklî bi sedan rûpel ji bo pêşxistina Kurmancî weşandine
Rojavayê Kurdistanê şanaziyê bi gelek kesayetî û dahênerên xwe dike û yek ji wan kesayetiyan, nivîskar û medyakarê Kurd, Şahînê Bekirê Soreklî ye. Şahînê Soreklî bi sedan gotar, hevpeyvîn, çîrok û gelek roman nivîsandine.

Nivîskar, romanivîs, çîroknivîs û rojnamevan Şahînê Soreklî berî 55 salan ji Kobanî derket û berê xwe da Nemsa, wê demê ciwanekî di destpêka temenê xwe de bû, 19 salî bû. Piştre çû Australya, heta niha jî li wir dimîne.

Şahînê Mihemedê Eliyê Bekirê Soreklî, ku malbata wî ji Kurdên Zaza yên Herêma Siwêrekê ye, sala 1946an, li gundê Mezrê, li herêma Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê jidayik bû.

Dawiya sala 1965an, Şahînê 19 salî, ji bo xwendinê berê xwe da Viyênnaya Nemsayê, û dest bi xwendina xwe ya bilind kir. Piştre berê xwe da Australiyayê, û li wê derê ma.

Sala 1977an, li Zanîngeha Sydney, xwendina xwe ya bilind bidawî kir. 26 salan ligel Wezareta Perwerdeyê li Australiyayê weke mamoste kar kir. Dawiya sala 2004an derkete xanenişîniyê.

Soreklî li xwendegehên êvaran û dawiya heftiyan, waneyên Îngîlizî, Almanî û Erebî didan.

1979an, wî û çend Kurdên din yekemîn Komeleya Kurdî li Australyayê damezrand.1982an, li Sydney dest bi karê ragihandinê kir, û li dezgeheke Radyoyê, bernameyeke heftane ya bi Zimanên Kurdî û Inglizî pêşkêş dikir, ku derdora 2 salan dirêj kir. 1985an, dest bi amadekirin û pêşkêşkirina bernameya Kurdî di radyoyê de kir.

Şahînê Soreklî bi sedan nivîsên bi zimanên Kurdî û Inglîzî di rojname, kovar û malperan de weşandine, û hejmarek ji berhemên wî hatine weşandin, ji wan ev in:

Herdu romanên “Wendabûn” û “Veger”, herwiha çîrokên “Azadbûna Mehmet Karataş”, “Namûsa Êmo”, “Pisîk Jî Xewnan Dibînin”, “Çîrokên 18 salan” û “55 Çîrokên 38 salan” çap bûne.

Di helbestê de jî, dîwana Şahînê Soreklî “Jana Heft Salan” û dîwana “Helbestên Ji Dil” hatine çapkirin.

Şahînê Soreklî berhemeke nivîskarekî Almanî jî, ji Almanî wergerandiye Kurdî.

Pirtûkeke gotar û lêkolînan bi navê “Em û Pirsa Me”, herwiha şanoya “Mehkemekirina Selahiddînê Eyûbî” û “Destana Dewrêşê Evdî” jî, him bi deng tomar kiriye û him jî weke pirtûk, belav kiriye.

Piştî derketina wî ya xanenişîniyê, xizmeta Şahînê Soreklî ji bo Kurmancî ranewestiyaye. Wî bi sedan rûpel ji bo pêşxistina Kurmancî û rêzimanê weşandine, û alîkariya hinek kesan jî kiriye. Hîn jî pêvajoya Şahînê Bekirê Soreklî ya dahên û berhemanînê berdewam e.

Rudaw
Top