• Monday, 06 May 2024
logo

Ji Weşanxaneya Avestayê gavek nû

Gulan Media November 23, 2020 Hunerî
Ji Weşanxaneya Avestayê gavek nû
Weşanxaneya Avestayê ku yek ji weşxanxaneyên herî giring ên Kurdî ye, malpera xwe ya fermî li ser înternetê damezirand û dest bi firoştina pirtûkan ya online kiriye.

Li gor daxuyaniyen Avestayê xwendevanên pirtûkan dikarin li ser malpera wan ya înternetê ji her derê dinê daxwaza pirtûkan bikin û bi dest bixin.

Bi vî awayî hezkirî û şopînerên Avestayê ji îro şûnde dikarin pirtûkên ku ji aliye wêşanxaneya Avestayê hatine çapkirin bidest bixin û bistînin.

Têkildarî destpêkirina firotina pirtûkan bi awayê online, Weşanxaneya Avesta li ser twîtera xwe ragihandiye, “Êdî nebêjin em peyda nakin. Hûn li kû bin, li wî serê dinyayê jî bin, Avesta pir nêzîkî we, li ber destê we ye. Hûn dikarin hemû kitêbên me ji http://avestakitap.com bistînin.”

Bi vê pêngava nû, Weşanxaneya Avesta dixwaze ku pirek asan di navbera xwe û xwendevanên xwe de ava bike û bi rêyek asan bigihîje xwendevanan.

Rudaw
Top