• Tuesday, 07 May 2024
logo

Helkewt Ebdulla romaneke Tahir Bin Celûnî wergerand kurdî

Gulan Media November 22, 2020 Hunerî
Helkewt Ebdulla romaneke Tahir Bin Celûnî wergerand kurdî
“Dayika min gava bîranîna wê bêreng dibe” romaneke Tahir Bin Celûn, nivîskarê fransî-mexrîbî ye û ji aliyê nivîskar û wergêrê Kurd Helkewt Ebdulla ji zimanê erebî bo zimanê kurdî (kurmanciya jêrî) hate wergerandin.

Helkewt Ebdulla ji Rûdawê re ragihand: “Mirov heya ku dayika wî li jiyanê ye her zarok e, lê gava dayika wî koça dawî dike demildest pîr dibe. Nexweştirîn tişt ji bo mirov ew e ku dayika wî tûşî nexweşiyekê bibe ku dermanê wê nîne û hino hino diçilmise.”

Ji ber vê çendê jî, wî ev roman wergerand ser zimanê kurdî û pêşkêşî dayika xwe kir.

Kitêb ji aliyê dezgeha çap û weşana Serdemê ve hat çapkirin û îsal (2020) ket ber destê xwîneran.

Tahir Bin Celûn di yekê kanûna yekem a 1944an de li welatê Mexribê ji dayik bû. Ji nifşê duyem ê wan nivîskarên mexrîbî ye ku bi zimanê fransî dinivîsin. Li ser romana xwe (Şeva Qederê), xelata Goncourtê wergirt.

Wergêrê Kurd Helkewt Ebdulla sala 1956an li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê hat ser rûyê dinyayê. Sala 1986an bi hevkariya çend nivîskar û çalakvanan kovara (Yekgirtin)ê damezrand û bû sernivîskarê wê kovarê û 16 hejmar jê belav kir.

Helkewt Ebdulla xwediyê bêtir ji 40 kitêbên wergerandî û nivîsandî ye di warên demokrasî, civaka sivîl, zanistên siyasî, jeopolîtîk û mijarên zarok û biçûkan.

Rudaw
Top