• Monday, 06 May 2024
logo

Tara Mamedova album û klibeke nû belav dike

Gulan Media November 22, 2020 Hunerî
Tara Mamedova album û klibeke nû belav dike
Hunermend û stranbêja Kurd a ji Qirgizistanê Tara Mamedova bi albuma xwe ya bi navê “Giran” bi muzikhezan re ye.

Di albuma ku gellek stran tê de hatine tomarkirin strana bi navê “Xewna Giran” li gel klibê di hemû platformên dijital de hat weşandin..

Tara Mamedova wiha behsa albûma ya nû dike: “’Ez dikarim bêjim piştî vê xebata salekê, weke ku di jiyana min de dergehek nû vebe. Di vê dema zahmet de, di dema lêgerîna berdewamiya muzîkjeniyê de, hevalê xwe yê produktor, bestekar, mûltîenstrûmanîst, aranjor mamoste Serkan Dûran nas kir. Serkan Dûran bi tecrûbeya xwe ya çil salan hêla ku hest û eşqa min ya muzîkê vejene. Bi xebata xwe ya hestiyar, ew di jiyana min ya hunermendiyê de bû nefesek nû. Ez ji dil û can spasiya mamoste Serkan Dûran dikim ku di vê rêvîtiya muzîkjeniya min de bû rêber, reng û dengekî nû û hemû behrema xwe tevlê kir û hêla ku ez bi çaveke din li muzîkê binerim”

Mamedova di strana Xewna Giran de, behsa berxwedana dayikek beranberî tije şevereşk û tirs û xofê û geryana hêvî, hezkirin û ber bi wê ve çûyinê dike.

Ev stranên ku hatine tomarkirin bi tevayî di nava şeş mehan de, dê bigihêje muzîkhezan. Stran dê weke single û maxî sînglê di platforma dijîtal de û li firoşgehan peyda bibe.

Di vê albumê de, du stran yên hunermendê bi xwe ne û yên din jî bi hestiyarî hilbijartiye ku ew cara pêşîn di vê albumê de distrê. Tara Mamedova dibêje, naveroka stranên ku hilbijartiye, jiyana wê bi xwe ye. Û balê dikşîne ser bandora hunerê ya li ser manewiyata mirovî.

Di heman demê de ev album; çîroka jinan ya ku dibêjin di van rojên ku divê mirov her gavê xwe nû bike, li ber xwe bide, têk neçe û bikaribe bêje ez jî di vê jiyanê de cîh digrim û heme û li ser piya me. Ji bilî du berhemên ku bi xwe nivîsiye û yên gelerî, cîh daye helbestên Fêrikê Usiv, Ebdulaziz Xeyat, Îsmaîl Cûma, Dr. Ahmet Kaya û Hekîm Sefkan jî.

Di albuma ku prodoktorî û aranjorî Serkan Duran kiriye de, herweha ûd, bûzikî, cumbûş, keman, ûdû-drûm, perkusyon û elektro pîyano û tevaya dengên dijîtal ji layê Serkan Dûran ve hatine tomarkirin.

Gîtara bas, ji aliyê Onur Gugul û gîtara elektro û akûstîk, ji aliyê Cansun Kuçukturk ve hatiye vejan. Tomarkirina vokalên strana “Jiyan” li sutudyoya Harûn Elkî û tomarkirina tevayî berhemên din li sutudyoya BABAJÎM hatiye kirin. Û miks û masterîng jî, hunera Erman Aydoner e.

Serkan Duran ku aranjorî û prodoktoriya albumê dike, di derbarê vê albumê de weha dibêje: “Min di destpêka pandemiyê de li derveyî bajêr di nav xweza û dengê tebîetê de, li warekî bê deng dest bi xebata vê albumê kir. Di ’Giran’ ê de min hemû tecrube û zanebûna xwe bikar anî. Min xwest ku bêhna reng û dengên erdnîgariyên cuda jî ji vê albumê bê. Min hin enstrûmanên cuda jî bikar anî. Me ji bo vê albumê, xebatek bi kelecan ku bi heyvan berdewam kir meşand. Hêvî dikim ku di şiroveya Tara ya bê hempa de, ev stran dê baweşînkê li ruhê me bike û bibe sedema guncandina çand û muzîkên cuda.

Klîba Xewna Giran ji aliyê Kivilcim Akay yê ku bi belgefilmên xwe jî tê naskirin hatiye birêvebirin. Seneryoya klîbê jî ji aliyê Kivilcim Akay ve hatiye nivîsandin.

Derhêner Kivilcim Akay ji bo klîbê wiha dibêje: “Ev bi zimanê hunerî klîbek ku têkoşînek e li beranberî dorpêçkirina me û rojên reş û tarî! Derhêneriya dîmenên klîbê ji aliyê Asli Çelîkel, edîtorî; Danyal Temizturk , Rengvedanî; Emrah Tekîn ve hatiye birêvebirin û di nav castingê de hevjînê Mamedova Selman Akkuş jî bûye alîkar.”

Hemû stranên albûmê , ji Kurdî ji bo Tirkî ji aliyê helbestvan Bejan Matûr, ji bo Fransî Dellî Avdalî, ji bo Îngilîzî Rûmet Serhat û ji bo Rûsî jî ku Tara Mamedova dibêje dayika min ya manewî ye, nivîskar û rojnamevan Aza Avdalî ve hatine wergerandin.

Çima navê Giran;

Hunermend vê albûmê ji bo xwe bi her awayî wek destpêka stewandinê , giran, kûr û rêwîtiya ber bi hêviyê ve dibîne.

Xebat û naveroka her stran û aranjeyê, xwedan çîrok û giraniyeke cuda ye.

Tara Mamedova kî ye?

Muzîkjena Kurd û ciwan Tara Mamedova, li Qirgizistanê hatiye dinê. Heta 8 saliya xwe li wir jiyaye. Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratov ya Rûsya dike. Heta sala 1999an li Saratovê dijî. Destpêka salên 2000an ji bo dersên dans, Şano û muzîkê diçe bajarê Moskova û Yaroslavl.

Malbata Tara Mamedova sedsal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye. Mamedova bi piştgiriya dayika xwe ya mamoste, Gorçek Abdûlayevna berê xwe dide hunerê. Dayika wê jî, di gel mamostetiyê, stranên Rûsî distirê.

Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe guhdar dikir, dîsa bi rêvebirya dayika xwe beşdarî gellek kûrsên hunerî dibe. Di wan salên destpêkê de, ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransa.

Di sala 2008an de, li Parîsê di konservatûarekê de perwerdê dibîne. Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe. Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Ramansî û ya Kurdî têkel dike. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî. Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çê bike. Li ser vê bawerî û bingehê, weke muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku sedsalan berê jê koç kiribû . Di sala 2005’an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ax”ê diweşîne. Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bikar tîne. Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav dike. Di xebata sêyem ‘’Live’’ê de, stranên bi zaravayê zazakî jî li repertûra xwe zêde dike.

Mamedova di serî de li Stenbol, Amed, Wan û gelek bajarên din gelek konser dane. Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike. Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herweha bi zimanên cuda cuda distrê. Ew niha li Tirkiye dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye.

Rudaw
Top