• Tuesday, 07 May 2024
logo

Selîm Berekat berhema xwe ya nû belav kir

Gulan Media November 21, 2020 Hunerî
Selîm Berekat berhema xwe ya nû belav kir
Romannivîsê Kurd ê erebînivîs Selîm Berekat romana xwe ya nû belav kir. Romana nû ya Selîm Berekat bi navê “Mewsûet el Kemal bîla tehrîf (nişûel Meadin” bi kurdî (Ansîklopedya Kemilînê Bêyî Tehrîfkirin – Peydabûna Metalan) e û romana nivîskar a 27an e. Roman berî çend rojan ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Weşanê, di 512 rûpelên qebare navîn de, derket pêşber xwînerên zimanê erebî.

Selîm Berekat ku di wêjeya bi zimanê erebî nivîsandî de, xwedî ezmûneke sosret û cihêreng e, piştî kûrbûneke dûr û dirêj di cîhana cin, ajel, giya û riwekan de, vê carê û di vê berhema xwe ya nû de berê xwe dide cîhana metal û hesinan. Berê xwe dide wate, amaje û maneyên filiz, xam, maden û cor û grûpên wan.

Di danasîna romanê de, nivîskar dibêje: “Di kitêbê de maden dibin mirov û bûnewerên ji goşt û xwîn. Hesin bi hev re dipeyivin, planan li dijî hev girê didin û xap û derewan li hev dikin. Çimkî her yek ji wan xwedî xwerist û xisletên taybet e û di şerê pêşketin û man û nemanê de, dikare xisletên hin hesinên din ji wan bistînin.

Xwediyê Sîsirkê Hesinî, Feqiyên Tariyê, Herdu Jiyanname û bi dehan berhemên din, Selîm Berekat di sala 1951ê de li gundê Mûsêsanayê yê ser bi bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bû. Di sala 1982an de Berekat ji Bêrûtê çû Qibrisê û heta sala 1999an li wir jiya û di wê salê de çû Swêdê û heta niha jiyana xwe li wir berdewam dike.

Rudaw
Top