• Saturday, 27 July 2024
logo

HSDyê bersiv da Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê: 'Ji rastiyê dûr e'

Gulan Media September 26, 2023 Nûçe
HSDyê bersiv da Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê: 'Ji rastiyê dûr e'

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiaya Tirkiyeyê ya li ser “kuştina 15 şervanan” red kir.

Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaiyekê de ragihandibû ku “rojên 20, 23 û 24ê Îlonê hêzên Tirkiyeyê, li Minbic, Efrîn û Serê Kaniyê 15 şervanên HSDyê kuştine.”

Li gorî Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê, van 15 şervanan hewl dida ku êrişan pêk bînin.

"Ji rastiyê dûr e"

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi rêya hesabê xwe yê Xê, ev angaşta Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê red kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, ew daxuyaniya "kuştina 15 şervanên HSDyê ji rastiyê dûr e."

 

Rudaw

Top