• Saturday, 27 July 2024
logo

HESEKÊ – Ciwanek bi guleya leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin

Gulan Media September 26, 2023 Nûçe
HESEKÊ – Ciwanek bi guleya leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin

Li parêzgeha Hesekê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê ciwanek bi guleya leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku ciwanê bi navê Ebd El-Melik El-Ayiş ê ji gundê Cezaayê yê Hesekê hatiye kuştin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ew ciwan dema wî dixwest sînor derbas bike û ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê hatiye kuştin.

Leşkerên Tirkiyeyê 19ê Îlonê jî ciwanê bi navê Taha Hac Xelîl kuştibû.

Taha Hac Xelîl xelkê bajarokê Retyanê yê Helebê bû.

Dema wî dixwest li gundewarê Îdlibê sînor derbas bike û bigihe malbata xwe ya li Tirkiyeyê, bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin.

 

Rudaw

Top