• Wednesday, 01 May 2024
logo

Nivîskar û helbestvanê navdarê kurd mamosta Şewnim koça dawî kir

Gulan Media October 10, 2020 Hunerî
Nivîskar û helbestvanê navdarê kurd mamosta Şewnim koça dawî kir
Nivîskar û helbestvanê navdarê kurd Elî Ebdullah di temenê 91 saliyê de koça dawî kir.

Şeva borî nivîskar û helbestvanê navdarê kurd Elî Ebdullah, ku bi navê “I.I. Şewnim” tê naskirin, ji ber nexweşiyê û di temenê 91 saliyê de koça dawî kir.

Helbestvan Şewnim sala 1929 li bajarê Helebce ji dayîk bibû. Edîbekî mezin û zana bû. Ew tenê helbestvan nebû belkû kesekî dengxweş û hunermend, nîgarkêş, xoşnivîs, dîroknivîs û zimanzan bû. Zimanên kurdî, erebî û farsî dizanî.

Mamosta Şewnim, yekem kes bû ku li Helebcê koma mûzîk û sirûd û stranan danî. Di nav helbestên wî de ya herî naskirî, “Cejne cejnî Kurdistan e, cejnî Newroz e… be tîşkî agir enûsim cejne pîroze”.

Wî helbestvanê navdar, bo zarokan jî helbest digot û di perwerdekirin û fêrkirina zarokan de rolek mezin lîst. Gelek caran jî bi xwe ji helbestên xwe re awaz datînî.

Mamosta Şewnim yek ji damezrênerên Yekitiya Nivîskarên Kurd li Bexdayê bû. Çend salan berpirsê çalakiyên dibistanên Silêmaniyê bû. Yekemîn xelata xwe helbestê jî ji aliyê saziya edebî û rewşenbîrî ya Silêmaniyê ve wergirt.

Bi dehan helbestên wî helbestvanê navdar ji aliyê hunermendên kurd ve bûne stran û sirûd. Herî dawî helbestên ku bo zarokan gotiye, wek pirtûkekê hat çapkirin bi navê “Cirîwekan”.

Basnews
Top