• Sunday, 19 May 2024
logo

‘Jina Kurd a Amazon’ xewn û xeyalên xwe pêk tîne

‘Jina Kurd a Amazon’ xewn û xeyalên xwe pêk tîne
Semyanî Perîzade, ango weke “Jina Kurd a Amazon” tê nasîn, piştî rêwîtiyeke dirêj sîngleya xwe ya duyem a bi navê “Xewna Berevajî” belav dike.

Stranbêja Kurd Semyanî Perîzade sîngleya xwe ya nû bi navê “Xewna Berevajî” 30ê Nîsana 2020an li hemû platformên dîjîtal weke Spotify, Apple Music, iTunes, TikTok, Resso, Google Play, YouTube, Amazon, Pandora, Deezer, Tidal, Napster, iHeartRadio, ClaroMusica, Saavn, Anghami, KKBox, NetEase (beta), MediaNet, Instagram, Facebook belav dike.

Semyanî Perîzade, bi îmaja xwe ya cuda û balkêş, bi gotina wî “ew dixwaze bibe yek ji jinên modern ên xwedî mîsyon di nîşaneya ruhê serdemê de” û dibêje: “Xewn û xeyala min ew bû ku ez stranên Kurdî binivîsînim û bistrêm. Ev sîngleya min a nû ya bi navê Xewna Berevajî destpêka bicihanîna xewn û xeyala min e.”

Derbarê strana xwe de Perîzade got: “Me xwest em ruhê stranê di metaforên dîzayna bergê de jî bidin nîşandan. Ev karekî tematîk e û xwedî ruh e. Helbet divê ruhekî vî karî hebûya. Lewma jî ligel xoşewîst a xwe Zeyneba re me ev dîzayna bergê afirand. Gava me bi çavên wê temaşe, me got, ‘Ev berhem çê bû.’ Jixwe dîzayna bergê têra xwe ruhê stranê dide xuyakirin.”

Bi gotina Perîzade ji bo mirov bikare muzîkeke gerdûnî çêbike, divê ji şêwazên teknîkî yên bijare dûr be û xwedîyê hestên serbixwe be û ew dibêje: “Helbet di vê pêvajoyê de, xet û xêzên navbera şêwazan hema bêje jêçûne, êdî ne dîyar e, bê ka kî wê kîjan şêwazê biecibîne. Di pêvajoyeke wiha de min jî bo ‘Xewna Berevajî’ muzîka dîjîtal bijart.”

Perîzade dibêje: “Em li ser bi dehan binesazî şixulîn û gava qinyeta me kete cih, go ev guncan e bo hest û ruhê ez qal dikim, bêyî şik bi me re çê bibe me dest bi karê xwe kir. Ev kar hêvîyeke mezin bi min re çêdike. Lewra ev newayên pirreng wê kela dilê gelek jinên Kurd ên Amazon tev rake.”

Hem aranjeya “Xewna Berevajî”, hem tomarkirina wê ya li studyoyê û hem mix masteringa wê Harun Elki çêkir. Perîzade, ji bo aranjorê xwe Harun Elki û mamosteya xwe ya şanê Carmen Yeşiltepe dibêje: “Ew mentorên min in. Yanê ancax bi komek însanên ehlên karê xwe û xwedîyê heman ruhî re meriv dikare di karê xwe de bi ser keve. Lewma bi saya vê komxebatê ev stran dê pirr bê ecibandin. Ez dizanim ev rêwîtiyeke dûvedirêj e. Lê ruh naweste, hew beden diweste. Çawa em êşê dijîn, êş jî me dijî.”

Perîzade bi berdewamî dibêje: “Gava mirov helbestê jî dinivîsîne tim newayek di nava mirovan de dinihirîne. Bes ezmûnkirina gava gotin û muzîk digihînin hev ji helbestê pirr cudatir e. Nivîsîna vokalê rêwîtîyeke wiha ye ku dengê mirov jî tevî gotinên mirov dibe. Însan herî zêde biyaniyê dengê xwe ye. Lewma gava mirov dixwaze dengê biyanî yê di hundirê xwe de nas bike, hestên wî dengî eşkere bike û bi vê rêyê mirov dikare heman hestên kesên dîtir jî eşkere bike û wan bigihînin hev, arezûya mirov zêdetir dibe û mirov dixwaze vê yekê tim bidomînî.”

Gotin, beste ya muzîka vokal û kompozîsyona vê strana dawî ji alîyê Semyanî Perîzade ve hatine nivîsîn/çêkirin, binesazîya wê ji alîyê El Japo ve hatîye danîn, serrastkirin ji alîyê Harûn Elkî ve hatiye çêkirin.

Binesazîya vê stranê li Ewropayê hat amadekirin û ev stran newayên R&B, Hip-Hop/Rap û hinekî jî arabeskê di nava xwe de dihewîne.

Stran û klîba Perîzade ya ewil weke duet hatibû çêkirin bi navê "I Am Fire" pir bala mirova kişand û bi şêwaza xwe hat axaftin. Perîzade, niha jî bi strana “Xewna Berevajî” şiyanên xwe yên weke; helbestnûs, kompozîsyonvan, beste ya muzîka vokal raber dike.

Semyanî Perîzade kî ye?

Semyanî Perîzade di sala 1981ê de weke zaroka 11an a herî biçûk ji dê û bavekî kurd hatiye dinê. Semyanî Perîzade dibêje: “Ez ji Bakur im.”

Di sala 1992-93yan de malbata wê bi pest û pêkûtîyan ji cîh û warê xwe hatin dûrxistin û malbat li Mersînê bicih bû. Ji ber şert û şurûtên zehmet ên wê wextê û koçkirina mecbûrî, Perîzade derfet nabîne xwendina xwe bidomîne, lewra ji derve de xwendina amadeyî xilas dike. Li Mersînê, demekê li Koma Şano û Henera Merheba (Merhaba Sanat Tiyatro Topluluğu) lîstikvanî kir. Ji Yaşar Eskin ê rejîsor û avakarê Opera û Baleya Mersînê dersên lîstikvaniyê wergirt. Ji bo karibe xeyalên xwe pêkbîne, di sala 2009an de koçî Stenbolê kir.

Li Weqfa Opera ya Semiha Berksoy dersên lîstikvanîyê ji Zeliha Berksoy wergirt. Di heman wextê de dersên şanê jî ji Carmen Yeşiltepe wergirt.

Rudaw
Top