• Sunday, 26 May 2024
logo

Keça Tatlises bi koronayê ket

Keça Tatlises bi koronayê ket
Keça stranbêjê navdarê Tirkiyê Ibrahîm Tatlises, Dîlan Çitak Tatlises li ser hesaba xwe ya Instagramê ragihandiye, ku bi vîrusa koronaya nû COVI-19 ketiye. Dîlan Çitak Tatlises gotiye: “Encama testa min a COVID-19 pozîtîv derket.”

Li gor medyayên Tirkiyê, çend roj berî niha destgirtiyê keça Tatlises, Levent Dorter jî bi koronayê ketibû.

Dîlan Çitak Tatlises di Instagrama xwe de wiha nivîsandiye: “Ji ber giliyên min ên windakirina bêhnê û tamê û encamdana pişkinîna COVID-19, encama pişkinîna min pozîtîv derket.”

Keça Tatlises, Dîlan piştî ku encama testa destgirtiyê wê Levent Dorter pozîtîv derketibû, di weşaneke zindî de li ser hesaba xwe ya Instagramê ragihandibû: “Ez jî niha bê hal im, têm dermankirin, Xwih didim, di bêhndanê de hinekî zehmetiyê dikişînim. Bêhalî zêde ye. Ji nexweşketinê ditirsim.”

Rudaw
Top