• Sunday, 19 May 2024
logo

Weşanxaneya Avesta bo Xelata Prix Voltaire bûye namzed

Weşanxaneya Avesta bo Xelata Prix Voltaire bûye namzed
Weşanxaneya Avestayê ku 25 sal e weşana pirtûkên derbarê Kurdan de dike, ligel 4 weşanxaneyan bo xelata bo “Xelata Prix Voltaire” weke namzed hat nîşandan.

Weşanxaneya Avesayê ku ki Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê weşangeriyê dike, ligel çar weşanxaneyên din ji aliyê Yekîtiya Weşanên Navdewletî (IPA) îsal bo “Xelata Prix Voltaire”, weke namzed hatr nîşandan.

Yekîtiya Weşanên Navdewletî, li ser malpera xwe navên weşanxaneyên ku bo xelatê namzedin belav kir û ragihand ku Komîsyona Azadiya Weşanê (FtPC) ji kesên ku bo fînale mane û yê herî dawî yê ku xelatê qezenc bike, ji van xebatan berpirsiyar e.

IPA herwiha destnîşan kiriye ku ji welatên weke Arjantin, Misir, Almanya, Îtalya, Norvêç, Tayland, Tirkiye û Amerîkayê dê 9 kes di Komîsyona Azadiya Weşanê de cih digirin.

Navên weşanxaneyên bûne namzedê Xelata Prix Voltaire ev in: Weşanxaneya Avesta (Tirkiye), Weşanxaneya Bay Chong Ton Sin (Malêzya), Weşanxaneya Lîberal (Vietnam) û Weşanxaneya Maktaba Daniyal (Pakistan).

Biryar e Xelata Prix Voltaire 2020 di navbera 28-30ê Gulanê de li Kongreya Weşangeran a Navdewletî di merasîmeke taybet de were eşkerekirin.

IPA hersal xelata Prix Voltaireyê dide wan weşanxaneyên tûşî astengî û sansûran dibin.

Rudaw
Top