• Sunday, 26 May 2024
logo

Xelatên Oscarê hatin belavkirin

Gulan Media February 10, 2020 Hunerî
Xelatên Oscarê hatin belavkirin
Li Hola Şanoyê ya Dolby li Los Angelesê 92mîn merasîma festîvala sînemayê ya Oscarê birêve çû.

Di wê merasîma bo belavkirina xelatên Oscarê de, fîlmê bi navê, ‘Parasite’ ji Koreya Başur weke baştirîn fîlm hat xelatkirin ku ev yekem car e fîlmekî ne îngîlîzî hêjayî vê xelatê tê dîtin û bi vî awayî navê xwe li dîrokê tomar kir.

Herwiha Bong Joon Ho, derhênerê ‘Parasite’yê jî xelata ‘baştirîn derhêner’ wergirt. Fîlmê ‘Parasite’ xelatên ‘Baştirîn Fîlmê Navdewletî’ û ‘Resentirîn Senaryo’ jî wergirtin.

Phoenix jî bi Jokerê, hêjayî xelata ‘Baştirîn Lîstikvanê Mêr’ hat dîtin û Renee Zellweger jî bi rola xwe ya di fîlmê ‘Judy’ de xelata ‘Baştirîn Lîstikvana Jin’ wergirt.

Laura Dern jî bi fîlma ‘Çîroka Zewacê’ (Marriage Story) xelata ‘Baştirîn Lîstikvana Alîkar a Jin’ wergirt û Brad Pitt jî bi fîlma ‘Demekê li Hollywoodê’ (Once Upon a Time in Hollywood) xelata ‘Baştirîn Lîstikvanê Alîkar ê Mêr’ wergirt.

Rudaw
Top