• Thursday, 16 May 2024
logo

Pirtûka ‘Xebatên Rewşenbîriya Kurdî li Bakur’ belav bû

Gulan Media February 3, 2020 Hunerî
Pirtûka ‘Xebatên Rewşenbîriya Kurdî li Bakur’ belav bû
Pirtûka ‘Xebatên Rewşenbîriya Kurdî li Bakur’ belav bû.

Berhema ‘Xebatên Rewşenbîriya Kurdî li Bakur’ ku heyama sedsala 20 (1900-2000) li xwe digire û ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat çapkirin û belavkirin.

Di vê berhemê de xebat û lêkolînên ku ji aliyê şexs, sazî û dezgehan ve li ser Kurdan hatine pêkanîn di sedsala 20an de, cih digirin.

Herwiha ev berhem ji 3 beşan pêk tê ku di beşa yekem de, erdnîgariya Kurdistanê, tevger û saziyên Kurd û Kurdî, di beşa duyem de xebatên çand û hunerî û di beşa sêyem de jî rojname û kovarên bi zimanê Kurdî cihê xwe digirin.

Berhema ‘Xebatên Rewşenbîriya Kurdî li Bakur’ ku ji aliyê nivîskar Miraz Ronî ve hatiye nivîsandin, ji 142 rûpelan pêk tê.

Nivîskarê vê berhemê, Miraz Ronî, sala 1966an li Bedlîsê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya seretayî û navîn li wî bajarê Bakurê Kurdistanê temam kiriye. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa Aboriyê xwendiye. Di heyama salên 1998-2003 li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kar kiriye. Li Zanîngeha Uppsala ya Swêdê, bawernameya mamostetiya zimanê Kurdî wergirtiye û li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, li ser ziman û çanda Kurdî mastera xwe pêk aniye.

Miraz Ronî bi navê ‘Di Siya Dara Xaçê De’ berhemeke helbestan nivîsandiye û herwiha 2 pirtûk jî wergerandine bo zimanê Kurdî.

Top