• Thursday, 16 May 2024
logo

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjeya pirtûkên bi Kurdî %10 zêde bûye

Gulan Media January 2, 2020 Hunerî
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjeya pirtûkên bi Kurdî %10 zêde bûye
Sala 2019an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 252 pirtûk bi zimanê Kurdî hatine belavkirin û rêjeya pirtûkên Kurdî ji sedî 10 zêde bû li gor salên berê.

Li gor malpereke bi navê 'Diyarname' ku zêdetir li ser çand û hunerê zanyarî û nûçeyan belav dike, sala 2019an bi giştî 252 pirtûkên bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji aliyê 25 dezgehan ve hatine çapkirin û belavkirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku tevî hemû astengî zehmetiyan jî rêjeya pirtûkên Kurdî yên ku hatine çapkirin li gor sala 2018an ji sedî 10 zêde bûye.

Li gor amarên hatine belavkirin weşanxaneya J&J 48 pirtûk, weşanxaneya Sîtavê 43, weşanxaneya Avestayê 23 pirtûk belav kirine.

Herwiha weşanxaneya Semsûr di sala 2019an de tenê pirtûkek çap kiriye.

Rudaw
Top