• Thursday, 16 May 2024
logo

Ronahiyek li ser Dastana Mihemedê Henîfe

Gulan Media December 20, 2019 Hunerî
Ronahiyek li ser Dastana Mihemedê Henîfe
Li ber destê me çapa yekem a Dastana Mihemedê Henîfe, bi amadekirina rojnamegerê Kobanî ,kekê Imer Kalo, ji berhemên vê sala 2019an yên weşanxaneya AVA ya nû li bajarê Kobaniyê; xwe pêşkêşî xwendevanên Kurdî ya Kurmanciya Jor dike. Derbarê wê hin raman û nerîn tên meydanê. Di dîroka wêjeya Kurdî ya devkî û ya nivîskî de, em dikarin bibêjin ku, beşekî mezin ji Dastan û çîrokên bi milletê Kurd ve girêdayî, bi rengekî xemgîn û dilkovan ango tracîk bi dawî dibin wekî Dastana Mem û Zîn, Siyamend û Xecê، û Dewrêşê Evdî û Edûlê.

Di Dastana Mihemedê Henîfe de tiştekî balkêş e ku em tûşî çîroka kesayetiyeke ne pirr navdar di dîroka Erebên Misilman de dibin, lê belê dawiya wê çîrokê serkeftin û şahî ye. Em dikarin bibêjin ku di zarê Kurmancî de, ew yekemîn Dastan e di wî warî de. Ev dastan aliyê oldarî yê milletê Kurd ê Misilman nîşan dide. Dastaneke di hinek senaryoyên xwe de rengê çîroka Şêxê Sen'anî ya Ferîdiddînê 'Ettar yê Faris werdigire; şêxekî navdar piştî rêwîtiyeke zor dil dikeve keçeke Ermenî û ji bo wê ji dînê xwe dûr dikeve paşê ew keç tê ser dînê wî û çîrok bi kêfxweşî diqede. Dastana ku niha di nav destê xwendevanan de ye; nêzîkî baweriya Kurdên Misilman ên Sunnî derketiye holê, wek çawa di malikên vê dastanê de dixuye.

Lehengê wê navdarekî milletê Erebê misilman e. Dastan lehengiya efsaneyî ya kurê xelîfeyekî Islamê pêşkêş dike, û zehmetkêşiya wî nîşan dide, ku çawa dikeve nav metirsî û şerran û di encamê de keçeke "kafir" bi rêya evîndariyê dibe ser dînê Îslamê û jiyana xwe bi aramî derbas dikin. Ji aliyekî din ev dastan çand û kultura êlperestî û olperestî û talaniyê bi nerîneke bilind pêş guhdaran radixîne. Ew şerrê ku Misilman pêve rabûne li dij "kafiran" piştî mirina Hz. Pêxember bilind dinirxîne û ciyê serfiraziyê dibîne. Li gor ziman û mijara dastanê ne dûr e ew yek ji propagandayên dewleta Osmanî li dij milletên derveyî sînorê wê yên xwedî ol û baweriyên cuda bûye.

Dastan li aliyekî wê hin rastiyên dîrokî nîşanî me dide, û li aliyekî din xeyalekî fereh yê dengbêjên Kurdên misilman derdibirîne. Dîroka Islamê dibêje ku, dayika Mihemed, Xewle qîza Cafer kurê Qeys ji êla Henîfe ya Ereb bû. Di dema Hz. Ebû Bekir de, êla Benî Esed talanê li ser êla Henîfe dadigerîne û Xewle bi koletî direvîne û diyarî Hz. Elî dike. Îcar êla Xewle pê dizanin û tên ba Hz. Elî û ji wî re eşkere dikin ku ew qîza wan e; Hz. Elî radibe wê azad dike û bi jinîtî ji xwe re dibe. Dema Hz. Elî digel Hesen û Hisên diçû şerran, jiber biçûkbûna Mihemedê Henîfe ew li mal dihiştin. Piştî Mihemed mezin dibe bi neviya Hz. Caferê Teyyar re dizewice, û ji bo piştgiriya bavê xwe jî bi serdarî dibe beşdarê şerrên, Cemel û Siffîn, yên navxweyî. Piştî kuştina birayê wî Hz. Hisên, Mihemed dixwest xwe wekî xelîfeyekî diyar bike lê ji vê bizavê vegeriya ji ber ku ne kurê Hz. Fatîme bû. Piştî demekê Hz. Abdullahê Zubêr jî dixwaze xwe bike xelîfe, lê Mihemed nerazîbûna xwe diyar dike. Abdullah radibe wî dixe zindanê û gefa şewitandinê li wî dixwe, lê heval û peyrewên Mihemed wî xelasdikin û ji wê rojê û pêve Mihemed nema têkilî siyasetê dibe û li mala xwe li Medîneyê rûdine heta dawiya jiyana xwe. Hin misilmanê Şî'e di çanda xwe de wî bi navê Mehdî diyarkirine û pirr çîvanok jî derbarê wî gotine. Li gorî dîrokê, çi gotin nîne ku Mihemedê Henîfe hatiye herêmên rojavayê Kurdistanê; tenê çûye Şamê û başûrê Iraqê li Kûfeyê, ku paytexta Hz. Elî bû. Berovajî vê rastiyê, di Dastanê de navên deverên Kurdan dibuhurin wekî cihên serboriyên girêdayî Mihemedê Henîfe.

Dastan bi zimanekê gelêrî ku ji devên dengbêjên herêma Berazan ya li Ruhayê û bi zarê wan hatiye wergirtin û bi destê mirovine dilsoz û oldar tomar bûye. Ew bi rengekî helbestî li gor ritmên Erebî, lê bi guhertineke taybet, hatiye ristin; xuyadike geh ji behra (remela meczû)e û geh ji behra (muxelle'a besît)e ku ritma wê wusa ye, mînak: "li pêşiya te - xwe kir xezale - eman eman ew - xeyal e".Hin malikên wê di rengê nivîskî de ritma xwe guhertine û bûne sebeb ku ew monotona ritmê bişkêye. Gotin û wêne, yên têde derbas dibin, herêmî ne û ji çaxên desthilata Osmaniyan ser warên Kurdan derdikevin, loma jî hin pirs eşkere bi tirkîyeke Kurdîkirî têde peyda dibin. Dastan têkiliya navbera jiyanê digel xeyalên xelkê deverê û çîrokên dîrokî tîne ber çavan û bi vî rengî xwendevanan dibe warekî cihêreng.

Rudaw
Top