• Thursday, 16 May 2024
logo

Xwesteka li ser kitêbên Kurdî zêde bûye

Gulan Media October 6, 2019 Hunerî
Xwesteka li ser kitêbên Kurdî zêde bûye
Heftemîn Pêşangeha Pirtûkan li Bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di roja dawî de li ser pêşwazîkirina welatiyan berdewam e û hejmareke zêde ya xelkê serdana wê dikin.

Li gor sala derbasbûyî, rêjeya kesên serdana Pêşangeha Kitêban kirine nêzîka ji sedî 50 zêde bûye. Heftemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê di roja dawî de li ser pêşwazîkirina welatiyan berdewam e û hejmareke zêde ya berbiçav a xelkê heye.

Ligel vekirina deriyê pêşangehê, bilindbûna rêjeya beşdarvanan jî tê dîtin. Tenê di roja yekem de 24 hezar û 173 kesan serdana pêşangehê kirin.

Li pêşangehê ji 145 weşanxaneyan 25 weşanxane Kurdî ne

Di 8 rojan de 200,000 kesan serdana Pêşangeha Amedê kirine. Sala borî 109,000 kesan serdana pêşangehê kiribûn

14 kitêbên derbarê Kurdan de hatine qedexekirin 2 ji wan kitêban derbarê Mele Mistefa Barzanî de ne.

Di pêşangehê de 72 çalakiyên wêjeyî hatine kirin û zêdeyî nîvê wan bi zimanê Kurdî bûn

250 nivîskar amade bûn û kitêbên xwe îmze kirin ku Îsmaîl Beşîkçî yek ji wan nivîskaran bû.

Îsal dema Pêşangeha Pirtûkan a Amedê 9 roj bûn, di demekê de ku çend salên derbasbûyî ew dem 6 roj bû. Pêşangeh roja 28ê Îlona 2019ê hat vekirin û îro 6ê Cotmeha 2019ê roja dawî ya pêşangehê ye.

Ev di demekê de ye ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyê bo destpêkirina kampanyaya zimanê Kurdî dike. Bo vê mebestê jî çend komele û rêxistinên akademîk piştîvaniya xwe ragihandine.

Li gor plana HDPê, li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi rêya mamoste û wanebêjên zimanê Kurdî dewreyên ziman ên demdirêj tên vekirin. Herwiha hewl tên dayîn ku hemû astengên li ber xwendina bi zimanê Kurdî bên rakirin û hewldan jî bi rêyên yasayî dibin.

Rudaw
Top